'YPJ hêza parastina nirxên şehîdan e'

Yekîneyên parastina jinê (YPJ), di navbera 1-2 Hezîranê de konferansa xwe ya duyemîn pêk anîn. Di roja duyemîn ya konferansê de dayikên şehîdan beşdarî konferansê bûn.

Yekîneyên parastina jinê YPJ’ê, di navbera 1-2 Hezîranê de konferansa xwe ya duyemîn pêk anî. Di roja duyemîn ya konferansê de dayikên şehîdan beşdarî konferansê bûn û peyamên girîng dan şervanên YPJ’ê. Dayikan got; “YPJ, hêza parastina nirxên şehîdan e.”

Yekîneyên parastina jinê YPJ’ê, bi beşdariya 200 delege, her wiha ji nûnerên Kongra Star, Meclîsa Jinê, Rêveberiya Xweser û dayikên şehîdan, konferansa xwe ya duyemîn pêk anîn. Di konferansê de gelek xalên girîng hatin nirxandin û YPJ’ê di serî de rêziknameya xwe saz kir û biryarên girîng di derbarê erk û berpirsyariyên xwe yê demê pêş de girtin.

Dayika şehîd Rêvana Kobanê, dayika şehîd Sozdar Dêrîk, dayika şehîd Silava, dayika şehîd Jînda, dayika şehîd şervan û şehîd Hebûn Enteriyê û gelek dayikên din beşdarî konferansê bûn.

‘EM Ê BI HEV RE BIÇIN EFRÎNÊ’

Dayikan di destpê kê de, konferans li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelên Sûriyê, li şehîdan û li tevahiya şervanên YPJ’ê pîroz kirin û bal kişandin ser rista YPJ’ê yê şerê 7 salên derbas bûyî. Dayikan her wiha hêviya xwe ya ji bo rizgarkirina Efrînê anîn ziman û gotin em ê bi hev re berê xwe bidin Efrînê. 

Dayikan da zanîn ku YPJ’ê bi xwîna şehîdan hate avakirin, ji ber wê pêwîste her şervan û fermandareke YPJ’ê xwedî li nirxên şehîdan afirandî derkeve, biparêze û wiha behsa qala, rol û girîngiya YPJ’ê kirin; “Em îro, li ser navê hemû dayikên şehîdan beşdarî vê konferansê bûne. Em hebûna YPJ’ê ji bo jinan û welatê xwe tiştekî pîroz dibînin. Hûn bi erk û berpirsyariyên zor, zehmet û gelek giran rabûn. Ev ji bo me dayikan cihê rûmet û serfiraziyê ye. Lê şervanên hêja û bi rûmet em ji bîr nekin hîna gelek erk li pêşiya me û we ne. Pêwîst e em bi dilekî wêrek, bi sekneke bi biryar û bi fikreke çalak pêk bînin.”

‘EM BÊ ZAROK DIJÎN, LÊ NİKARIN BÊ WELAT BIJÎN’

Dayikan wiha qala rista YPJ’ê ya dema nû kirin: “YPJ, hêviya me bû, em spasiya xwe li YPJ’ê dikin ku hêviya me bi cih anîn. Em bê zarok, bê dê û bav dibin; lê belê em bê welat nabin. Em ê li ber xwe bidin. Me çawa Kobanê û Şengal rizgar kir, em ê Efrîna xwe jî rizgar bikin. Di heman demê de çawa YPJ’ê heta niha li ser şopa rêhevalên xwe yên şehîd, meşa serkeftinê domand, hêviya me ew e wê ev meş piştî vê konferansê hîn bi hêztir berdewam bike. Em zanin YPJ’ê barekî herî giran daye ser milê xwe û bi fedakariyên mezin rabû. Ji ber ku me di hundirê şoreşa Sûriyê de şoreşa Rojava ava kir. Di hundirê şoreşa Rojava de jî, şoreşa jinê ava kir. We di bihara emrê xwe de ji bo heskirina welatê xwe canê xwe kir mertal. Wêrektiya jina Kurd îro di şexsê Leyla Guvend de careke din xwe zindî kir. Banga me ew e, tevahî jin li derdora berxwedana şervanên Azadiyê bibin xelek.”

Dayikan di peyama hevbeş de wiha dawî li gotinên xwe anîn; “Îro em dibînin, rojane li Efrînê darên zeytûnê tên şewitandin. Em vê weke barek li ser pişta xwe dibînin. Jinên Êzîdî ku me gelek caran li himber wan rexnedayîna xwe da, heta roja îro jî keç û jinên Êzîdî di bin zilm û hovîtiya çeteyan da ne. Em carek din rexnedayîna xwe didin, em soza xwe nû dikin, em bi hev re soz didin, em ê serkeftina şoreşê û azadiya Rêber Apo û bi rihê Apogerî Efrînê rizgar bikin.”