Şewata li Til Birakê ji nû ve destpê kir

Ji nû ve şewat li zeviyên navçeya Til Birak a Qamişloyê ketin, ji sedî 60’ê zeviyên li Til Koçerê jî bûne xwelî.

Ji nû ve şewat li zeviyên navçeya Til Birak a Qamişloyê ketin. Şewat li qadeke 10 kêlometre li xwe girtiye û didome.

Şewata bi hewayê re belav dibe, heta gundê Til El-Zehebê çû. Tîmên agir vemirînê yên li herêmê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û welatî hewl didin şewatê vemirînin.

JI SEDÎ 60’Ê ZEVIYÊN LI TIL KOÇERÊ BÛN XWELÎ

Şaredariya Gel a Til Koçerê diyar kir ku zeviyên 23 gundên girêdayî navçeya Til Koçerê şewitîne. Li ser vî esasî serjimaniya yekemîn a kota hilberînên ku li navçeyê û gundewarên wê heta 12`ê meha Hezêranê ji sedî 60 e.

Di serencama giştî ya rûbera erdên çandiniyê de diyar dibe ku 15 hezar û 360 donim şewitiye.