Cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Muslim spartin axê

Cenazeyê endamê Hêzên Esayîşê Edhem Muslim ê li Reqayê şehdî ket, li Şehîdgah Şehîd Dicle ya Kobanê bi merasîmeke girseyî spartin axê.

Bi tevlîbûna bi sedan welatiyên Kobanê û Girê Spî, Reqa, hêzên leşkerî û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Edhem ê ji Girê Spî li Şehîdgeha Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê spartin axê. Edham di 10‘ê Hezîranê de dema erka xwe pêk dianî şehîd bû.

Kerwanê cenaze li ber deriyê têketina Şehîdgeha Şehîd Dicle ji aliyê sedan kesî ve bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" hate pêşwazîkirin.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin leşkerî ya Hêzên Asayîşê ve destpê kir.

Li ser navê Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Reqayê, rêveber Îskender Reqa axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Bi şehadetê em xurt dibin, dibin yek û îsrara me ya şopandina xeta şehîdan û pêkanîna armancên wan zêde dibe. Hevrêyê me şehîd Edhem soz bi hevrêyên xwe yên şehîd û gel re dabû û soza xwe bi cih anî, heta dilopa dawî ya xwînê erka xwe ya parastina gelê xwe pêk dianî."

Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebd jî sersaxî ji malbata şehîd Edhem û tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re xwest û ev tişt anî ziman: "Kobanê warê berxwedanê bi serket, bajarê Girê Spî û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi keda şehîdan ji terorê rizgar bûn. Îro em şehîd Edhem ê ji kantona Girê Spî li warê berxwedanê Kobanê oxir dikin ku li bajarê Reqayê şehîd bû. Em teqez dikin ku em li hemberî terorê û hucreyên wê yên veşartî yek rêz in."

Di berdewama merasîmê de, birayê şehîd Edhem, Xelîl Muslim sersaxî ji gelên herêmê re xwest û got, ew malbata şehîd wê li ser xeta şehîdan bimeşin heta armancên wan bi cih bînin. Xelîl Muslim got: "Têkoşer Edhem soz da gel û hevalên xwe, em jî soz didin ku em ê şopdarên xeta wî bin."

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd Edhem hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şehîd Edhem Muslim bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" û tilîliyên dayikan spartin axê.