ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk li Racoyê pîsta helîkopterê çêdike
Dewleta Tirk li gundê Dervîş ê Racoya Efrînê ya ku dabû valakirin, pîsta helîkopterê çêdike. -
Li Ezazê teqîn pêk hat-NÛ BÛ
Li Ezazê ku di bin dagirkeriya Tirk de ye, teqîneke mezin pêk hat. Hate ragihandin ku di teqînê de herî kêm 16 kes mirine, 33 kes jî birîndar bûne. -
Li Dêra Zorê çeteyekî DAÎŞ’ê hate kuştin
Li bajarokê Sîwer ê Dêra Zorê çeteyekî DAÎŞ’ê hate kuşin yê ku bi motosîkleteke bombebarkirî êrîşî nuqteya hêzên ewlekariyê kir. -
Akademiya tenduristiyê ya Rojava tenduristvanên pispor digihîne
Akademiya tenduristî ya Rojava yek ji berhemên şoreşa 8 salan e. Armanca wê avakirina tenduristvanên pispor in. -
Li Efrîn û Mareyê 3 dagirker hatin kuştin
Li Efrîn û Mareyê di çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê de 3 dagirker hatin kuştin, derb li wesayiteke leşkerî hate xistin. -
Şewatên biguman ên li Bakur-Rojhilatê Sûriyê ziyaneke mezin anî
Cotkarên Bakur-Rojhilatê Sûriyê îsal ji berê ku rakirin kêfxweş in lê şewata li qadên çandiniyê bû sedema ziyaneke mezin. Rêveberiya Xweser jî li çareseriyê digere. -
Li Reqayê ji ber teqînan 3 kes mirin, 16 kes birîndar bûn
Li Reqayê êvarê li pey hev du teqîn pêk hatin. Ji ber teqînan 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 16 kes jî birîndar bûn. -
Artêşa Tirk êrîşî Eyn Deqnê ya Şehbayê dike
Artêşa Tirk a dagirker êrîşî gundê Eyn Deqnê yê Şehbayê dike. -
Şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Dilşêr spartin axê
Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Nûr Xidir (Dilşêr Qamişlo) yê di dema operasyona li Dêra Zorê de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi merasîmeke girseyî spartin axê. -
QSD’ê bîlançoya operasyona li dijî hucreyên DAÎŞ’ê ragihand
QSD a têkildarî qonaxa duyemîn a operasona li dijî huncreyên çeteyên DAÎŞ’ê ya li Hesekê û Dêra Zorê daxuyaniyek da û ragihand ku 51 çete girtine. -
Parlamentera Fransî Sarnez serdana Rêveberiya Xweser kir
Seroka Komîsyona Têkiliyên Karên Derve ya Parlamentoya Fransayê Marîelle de Sarnez serdana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. -
'Ji bilî Rêveberiya Xweser, kes berjewendiya Sûriyê naxwaze'
Dozdar Hemo: Em tev şahidî pêvajoya Sûriyê ne, ya ji 2011'an ta roja me ya îro. Bêguman şerekî navxweyî yê giştî yê Sûriye da ber xwe, êdî bi eqliyeta berê gelê Sûriyê nema dikarin tevbigerin. -
Gelê Berxwedana Serdemê bi hêviya vegera Efrînê Cejna Remazanê pêşwazî dikin
Gelê Efrînê di şert û mercên koçberiyê de cejna Remazanê bi hêviya vegerê û çêkirina tiştên şêrîn pêşwazî dikin. -
Li Ezazê şer rû da
Li Ezazê di navbera çeteyên dewleta Tirk û eşîra El Icêl de şer rû da. -
Şervnên QSD’ê û YPJ’ê li dijî DAÎŞ’ê operasyonek kirin
Şervanên QSD’ê li çolistana navbera bajarokê Şedadê yê Hesekê û Kersa ya Dêra Zorê operasyonek lidar xistin. Di operayonê de bi dehan çete li gel çekên wan hatin girtin. -
Şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn El-Umer hate veşartin
Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Emer Ebdulkerîm El-Umer ê dema li ser erka xwe bû şehîd ket, li gundê Hikûmiyê ya Reqayê bi merasîmekê li Goristana Şehîdan hate veşartin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Amir Teysîr spartin axê
Cenazeyê şervanê QSD’ê Tamir Teysîr Eba Zîd ê dema li Şedadê li ser erka xwe bû şehîd ket, li Hesekê bi merasîmeke leşkerî spartin axê. -
3 Hezar hektar li Şêrewayê bû xwelî
Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê tiştke nehişt ku talan kir û dizî, vê carê jî êrîşî herêmên Şêrewayê dikin. -
Cenazeyê du şervanên QSD’ê li Dêra Zorê hate veşartin
Welatiyên herêma Ebû Xeşeb cenazeyê şervanên QSD’ê Ehmed El-Yasînû Hesen Hessan bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir El-Hemadê veşartin. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Herekol Girkê Legê hate veşartin
Welatiyên navçeya Qamişlo Tirbespiyê cenazeyê şervanê YPG’ê Hereok Girkê Legê (Zeyd Zekeriya Abas) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr veşartin. -
Rûsyayê li dijî pêngava Tirkiyeyê li Til Rifatê baregeh ava kir
Piştî îddîayên ku li Îdlîbê çekên kîmyewî hatin bikaranîn, Tirkiyeyê helwesta xwe guherand û piştgiriyeke çekdarî ya El Nûsrayê û mudaxeleyî operasyona Rûsya û Sûriyeyê kir. Rûsyayê jî li Til Rifatê 3 baregehên leşkerî ava kir. -
Li Efrînê daristana ji 11 hezar hektarî hate şewitandin
Li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, daristan bi zanebûn tê şewitandin. Tê gotin, heta niha herî kêm 11 hezar hektar qada daristanî hatiye şewitandin. -
Li Qamişloyê teqîn
Li devereke nêzî xaçerêya Ekaş a li Qamişloyê, ji ber teqîna mayinekê xisara li derdorê bû. -
Dewleta Tirk û çeteyên wê agir berda zeviyên li Şêrawa
Çeteyên dewleta Tirk agir berdan zeviyên li derdora gundê Basilê yê navçeyê Şêrawa ya Efrînê. -
Cenazeyê endamên Hêzên Ewlehiya Navxweyî El-Casim hate veşartin
Welatiyên herêma Tebqayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Salih E-Casim (Salih Tebqa) bi merasîmekê li goristana şehîdan veşartin.