Moskowa: Li Idlibê agirbest pêk hat

Artêşa Rûsyayê, ragihand ku li herêma Idlib a dikeve bakur-rojavayê Sûriyeyê di navbera hêzên hukumet û komên çekdar de agirbest pêk hatiye.

Arêşa Rûsyayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand û got, “Bi hewldana Rûsyayê, bi navbeynkariya Rûsya û Tirkiyeyê li herêma bê şer a Idlibê ji 12’ê Hezîranê şûnde agirbest pêk hatiye.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di encamê de hate tespîtkirin ku di bomberdûmanên komên îlegal de kêmbûneke berbiçav pêk hatiye.”

Li herêma Idlibê di demên dawî de hema bêje her roj şer pêk dihat. Artêşa Sûriyeyê û tifaqa wê Rûsyayê ev demeke herêm bê navber bomberdûman dikirin.

Herêma Idlibê di destê çeteyên girêdayî dewleta Tirk de ne. Hate ragihandin ku ji serê meha Nîsanê û heta niha bi sedan kes mirine bi hezaran kes jî koçber bûne.