Artêşa Tirk li gundên Malikiyê û Şiwarqayê yên Efrînê dide
Artêşa Tirk û çeteyên wê bi çekên giran li gundên navçeya Şera ya Efrînê didin.
Artêşa Tirk û çeteyên wê bi çekên giran li gundên navçeya Şera ya Efrînê didin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, bi çekên giran li gundên navçeya Şera ya Efrînê didin.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, artêşa Tirk bi obus û çekên giran li gundên Malîkiyê û Şiwarqa yên Şerayê didin. Bomberdûmana li ser herêmê didome.
Hêzên Rizgariya Efrînê îro daxuyanî dabûn û diyar kiribûn ku hêzên wan li Efrîn û Ezazê çalakî li dar xistine û di vê çalakiyê de leşkerekî artêşa Tirk û serçeteyek hatine kuştin.