Ciwanên Efrînê bi meşeke meşeleyî şehîdên Berxwedana Serdemê bibîr anîn

Ciwanên Efrînê û Şehba bi meşek girseyî ya bi meşeleyî li navçeya Ehresê ya Şehba şehîd Garzan, Birûsk û Hawar bibîr anîn.

Tevgra Ciwanên Şoreşger a Sûrî li navçeya Ehresê ya Şehba bi meşeke meşaleyî di salvegera şehîdbûna şehîd Garzan, Bırûsk û Hawar yên ku di Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn bibîr anîn.

 Meş ji destpêka kolana sereke ya nevçeyê destpê kir û li Goristana şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehresê kom bûn. Li vir ji bo bîranîna Şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyek rêzgirtin hate giritin û piştre bi navê zarokên şehîdan Zêvîn Memo daxuyanî bi zimanê Erenî hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku wê li ser şopa şehîdan bimeşin û tola wan hilînin.