Forûma li dijî DAÎŞ’ê: Rêya çareseriyê modela Rojava ye

Di rûniştina roja duyemîn a Forûma derbarê DAÎŞ’ê ya li navçeya Amûdê ya bajarê Qamîşlo a  Rojavayê Kurdistanê de hate gotin ku divê li dijî hişmendiya DAÎŞ’ê mafên hemû bawerî û gelan were parastin.

Forûma DAÎŞ’ê li navçeya Amûdê ya Qamişloyê ji aliyê Navenda Rojava a Lêkolînên Stratejîk (NRLS) ve hate lidarxistin.

Forûma roja Şemiyê (Duh) destpê kir û di roja duyemîn de gelek semîner hate dayîn. Di rûniştina duyemîn de asta bawerî û çandî ya terora DAÎŞ’ê hate nirxandin.

Ji Zanîngeha Parîsê Mensûr Teyfûrî der barê sedemên sereke yê derketina DAÎŞ’ê, aliyên ku li dijî çeteyan şerê kirin, mekanîzmeya aliyên ku di şerê li dijî van komên tundrew de bikar anîn, semîner da. Teyfûrî bang li hemû aliyan  kir ku xwe bispêrin dîroka nûjen û têgehên rast der barê van aliyan de bikar bînin û di dîrokê de bila navên wan komên tundrew bin û dûrî navlêkirina islama rasteqîn bikevin.

Dr. Îmî Ostîn Holmiz di semînera xwe de behsa felsefeya DAÎŞ’ê ya der heqê jinê de, çawaniya hewldanên DAÎŞ’ê ji bo ferizkirina serweriya xwe li ser jinê û çawaniya ku jin êrîşan li dewletên rojavayî pêk bînin kir û got: “Rêxistinê bi rêya wê felsefê, dixwaze ku serxwebûna jinê hilweşîne. Yek ji armacên DAÎŞ’ê yên sereke kolekirina jinê di bin navê hikumên islamê de.”

Dr. Îmî Ostîn Holmiz anî ziman ku çeteyên DAÎŞ’ê bi vî awayî jin ji cilên rengîn û hwd, mehrûm kirin û ew neçar kirin ku tenê cilê reş lixwe bike, nehişt ku jin nêrînên xwe bîne ser ziman û nehişt ku jin bi rola xwe di nava civakê de rabe û wiha dewam kir: “DAÎŞ’ê ev hemû kiryar di bin navê islamê de dikir.”

Dr.Îmî Ostîn Holmiz di dawiya semînera xwe de, bang li hemû aliyan kir ku ji bo darizandina “jinên kujer” rêbazekî peyda bikin û bang li welatan jinên tevlî DAIŞ‘ê bûne vegerînin.

Siyasetmedarê Emrîkî û endamê berê yên kongreya Partiya Komarî  Thomas Garret îşaret b borandina di navbera olên li hermên bakur û rojhilatê Sûriyê de, her wiha a rola ezmûna Rêveberiya Xweser, ku hemû pêkhate, beş û rêolên civakê hembêz  erênî nirxand û wiha got:"Li hemû welatên cîhanê ol û kêmnetewan ve cur be curî heye, bi hemû awayan, divê rêzdarî ji vê yekê re were girtin."

Thomas Garret diyar kir ku kiryarên çeteyên der heqê kêmnetewên li Sûrî û Iraqê armanc jê tunekirin e. Her wiha bal kişand ser girîngiya yekrêziya li dijî kiryarên wekî van û binpêkirinan, di heman demê de xwe nespêrin çareseriyên derve û wiha pê de çû:"Di civaka demokratîk de ji mafên her welatiyekî ye ku mafên xwe yên xwezayî pêk bîne û cihê xwe di nava têkoşîna civakê de bigre. Ev maf jî bi olên cuda re ne bi nakok be û divê duzeniyek di nava hemû beşên civakê de peyda bike."

Thomas di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku pergala konfedraliyê ji pergelên ku her kes di nava civakê de rola xwe bilîze ye, her wiha hevpeymana civakî ya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin, hemû pêkhateyên di nav xwe de dihewîne û rêya çareseriya hemû nakokiyên li Sûriyê ye û wiha got:"Ev ezmûneke serkeftî ye, hêjayî ku bibe rêya çareseriyê, lewama divê hemû xwepispêrin vîna xwe û xwe nespêrin çareseriyên derve."

Di aliyekî din de endama parlamtoya Tirkiyê ya berê û berpirsa Meclisa Aşîtî û Demokratiyê ya li Tirkiyê rojnemavan, nivîskar û çalakgera siyasî Huda Kaya û zanyarê olî û hevserokê Yekîtiya Zanyarên Misliman a herêma Cizîrê Mihemed Xerzî mijarên mîna girîngiya lêgerîna li îslama demokratîk, diyarkirina rola jinên misliman, pêwîstiyê jinan ji mafên wan yên jiyanî û nûnetiya ji îslamê, siyasetê û çandê bê par nehêlin, girîngiya naskirina cudabûna di navbera jinên mislman û jinên bi bûne misilman ên ku îslamê ji xwe re wekî berdeya kirina kiryarên sûcdariyê şîrove kirin

Tê payîn ku xebatên komcivînê di roja xwe ya duyem de bi rûniştina xwe ya çarem ku der barê qada aborî û civakî ji terora DAÎŞ’ê de ye berdewam be.