Jinên Êzidî dixwazin tevlî dadgeha darizandina DAÎŞ'ê bibin

Ji beşdarên forûma li navçeya Amûdê ya Qamişloyê Hêza Şengal a YJŞ'î diyar kir, bi navê jinên Êzidî ew dixwazin tevlî dadgeha darizandina DAÎŞ'ê bibin.

Sûad Mûrad (Hêza Şengal) sala 2014'an li Şengalê di nava zilma DAÎŞ'ê de êsîr ma û piştî ku reviya tevlî nava refên YJŞ'ê bû. Hêza Şengal qala serpêhatiya xwe û asta heyî kir.

Hêza Şengal bi bîr xist ku sala 2014'an dema ku jinên Êzidî êsîr ketin destê çeteyên DAÎŞ'ê ew yek ji wan bû û got, "Ji malbata min 25 kes ketin destê çeteyên DAÎŞ'ê. Destpêkê em li Iraqê êsîr hiştin û piştre anîn Sûriyeyê. Li Sûriyeyê jî em jin, zarok, extiyar hemû xistin girtîgehê. Piştî demekê dayik ji me qut kirin û jinên ciwan ên mayî her carê difirotin û dikirîn.

Ez jî weke xizmetkarekî bi xwe re birin. Mîna koleyan me xizmet ji wan re dikir. Piştre jinên Êzidî hemû li deverekê kom kirin. Ew dever veguherandin bazara keç û jinên Êzidî. DAÎŞ'ê gelekî zilm li me dikir, li me dixist, êşkence dikir."

Hêza Şengal anî ziman ku Reqa navenda DAÎŞ'ê bû û piştî ku bi hezaran jinên Êzidî li meydana Daim hatin firotin, bi sedan ji wan êşkence dîtin û ji ber ku dihatin firotin xwe kuştin.

Hêza Şengal diyar kir ku yek ji jinên ku întixar kir ew bû û got, "Min sê caran întixar kir. Dema ku me întixar kir ji bo karibin careke din me bifiroşin mudaxeleyî me dikirin. Ez êdî bi hêza xwe piştrast bûm û bi rêya malbatekê YPG, YPJ û QSD'ê ez rizgar kir. Piştî ku rizgar bûm min berê xwe da Şengalê, di fermana 74'an de jî kes xwedî li Şengalê derneketibû. Lê belê fikir û felsefeya Rêber Apo xwedî li me derket."

Hêza Şengal a YJŞ'î ku piştre ji bo şer bike çû Reqayê, diyar kir "Jinên Êzidî bi taybetî jî YJŞ bû hêviyeke mezin. Bû deng û bersiva jinên Êzidî hemûyan bi taybetî yên hatin firotin û zilm li wan hate kirin. Yek ji sedemên tevlîbûna min li nava YJŞ'ê jî ew e ku tola bi hezaran jinên Êzidî yên hatin kuştin hilînim. Ez jî çûm Reqayê û tevlî YJŞ'ê bûm.

Min li Reqayê şer kir, li wê xaka ku ji bo me weke bazarê bû ji bo hilanîna tola jinên Êzidî hemûyan min şer kir. Ez; jineke Êzidî ku zilm û êşkence dîtiye û tevlî nava YJŞ'ê bûye, min tola xwe hilanî û dixwazim DAÎŞ li xaka ku lê hatiye qedandin bê darizandin. DAÎŞ ji aliyê YPG, YPJ û QSD'ê ve hate qedandin, lewma em dixwazin dadgeha darizandina DAÎŞ'ê jî li vê derê be. Em dixwazin bi navê jinên Êzidî tevlî dadgeha darizandina DAÎŞ'ê bibin."