Di forûma der barê DAÎŞ’ê de wê îro 4 rûniştin pêk were

Li Amûdê forûma navneteweyî ya li ser DAÎŞ’ê di roja duyemîn didome.

Li navçeya Amûdê ya Qamişlo forûma navneteweyî ya li ser DAÎŞ’ê di roja duyemîn de didome. Forûm ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk tê lidarxistin.

Di forûmê de ew ê îro li ser çar meseleyan were sekinandin.

Di rûniştina yekemîn de wê aliyên leşkerî û ewlehiyê yên terora DAÎŞ’ê were nirxandin. Li ser navê QSD’ê wê fermandareke YPJ’ê Tolhildan Raman, Dr. Nîcholas Heras, Dr. Seed Bîn Umer û rojnameger Zana wê biaxivin.

Rûniştina duyemîn wê li ser aliyê çand û baweriyê ya DAÎŞ’ê were sekinandin. Di vê rûniştinê de jî wê Mensûr Teyfûrî, Dr. Amy Aûstîn Homales, Thomas Garret û Mihemed Cîhad Îbrarî gotarên xwe pêşkêş bikin.

Di rûniştina sêyemîn de jî wê qala bandorên civakî û ekonomîk ên terora DAÎŞ’ê were kirin. Li vê derê wê Dr. Ehmed Yûsiv, Dr. Muhîb Salha û lêkolîner Ehmed Pelda pêşkêşiyên xwe bikin.

Rûniştina dawîn jî wê li ser aliyê jinê ya terora DAÎŞ’ê be. Wê Lîna Berekat moderatoriya forûmê bike û Bêrîvan Mihemed Yûnis û Zozan Sîma wê biaxivin.

Piştî pêşkêşiyên forûman wê bi pirs û bersivan nîqaş werin kirin.