Aldar Xelîl: Tirkiye dixwaze tola DAÎŞ’ê hilîne!

Endamê Konseya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl, destnîşan kir ku ji bo derxistina rûyê rast ê DAÎŞ’ê Tirkiye dibe asteng û got: “Tirkiye ya me tehdît dike, dixwaze tola DAÎŞ’ê hilîne.”

Di roja sêyemîn a forma navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê ku ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk a li bajarê Amûdê ya Qamişloyê hate lidarxistin de endamê Konseya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl nixandine kir.

Xelîl anî ziman ku bi desteka koalîsyona navnetweyî dawî li çeteyên DAÎŞ’ê hatin, lê mirov nikare bêje bi temamî gihiştiye serketinê.

Xelîl bi domdarî got: “Tevî derfetên kêm berxwedanek dîrokî li herêmê hate bidestxistin. Rêveberiyek ku hemû pêkhateyên herêmê himbêz dike hate demizrandin. Ev rêveberî dibe minak ji bo pêşaroja Sûriyekek demokratîk. Dema gelê Sûriyê banga azadiyê kir wê demê DAÎŞ tine bû, lê qêrînên azadiyê hebûn. Bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî DAÎŞ hate têkbirin. Lê heta niha jî berdewamiya vê serkeftinê nehatiye kirin. Civaka navnetewî ji bo têkbirina DAÎŞ’ê spasiya me dike. Piştî wê jî ti gavî navêjin. Heger li wir ev sê roj in tê gotin girtiyên DAÎŞ hene û çareseriyêk pêwîste divê ev li hemû derî bê dîtin. Êdî kesên li vir amadene dibin sefîlê rastiyê. Qêrînên azadiyê yên ku ji vir derdikevin em bawer dikin, ragihînin welatên xwe.”

Aldar Xelîl destnîşan kir ku li ser rastiya DAÎŞ û kiryarên wê dewleta Tirk me dehdît dike û qabûl nake ku em rastiya DAÎŞ’ê derbixin. Xelîl got: “Tirkiyê li dijî vê xebata me derdikeve. Gelo ev xebata ku em dimeşînin terorîstî ye? Dewleta Tirk a dagirker Cerablûs, Efrîn, Ezaz, Idlib dagir kir. Li wan deran hebûna çeteyan hîn heye. Heger bi rastî em dixwazin DAÎŞ tine bibe û car din bi hêz nûjîn nebe, divê em destê xwe deynin ser birînê. Heta ku Tirkiyê ji herêman dernekeve û gefên xwe bi dawî neke em nikarin bêjin DAÎŞ tine bû ye. Yên ku me tehdît dikin dixwazin tola DAÎŞ’ê rakin. Ew dewlet jî dewleta Tirk e. Dive bê zanîn ku Tirkiyê xeteriyek gelek mezin e.”

 Xelîl di dawiyê de got: “Çi rastî li vir hatiye kirin û têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê wê berdewam bike. Heta em bigîjin welatek azad wê ev têkoşîn bidome."