Forûma der barê DAÎŞ'ê ya li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê didome. Gelek kesayet û nûnerên saziyan û parlamenterên ji tevahiya cîhanê beşdar in. Forûm di roja duyemîn de ye.
Ji beşdaran cîgirê şaredarê bajarê Grigny Pascal Troadec bi navê gelê Fransayê û bajarê xwe tevlî forûmê bûye.
Pascal Troadec ji ajansa me re axivî û nêrînên xwe anîn ziman.
'ŞERÊ LEŞKERÎ XELAS BÛYE, EM KETINE QONAXEKE NÛ'
Troadec têkoşîna tinekirina DAÎŞ'ê niha derbasî qonaxeke nû dibe û got, "Divê dewletên navneteweyî bi rengekî cidî bibin alîkar ji bo xweseriya demokratîk, heta ku ew bermahiyên DAÎŞ'ê û malbatên wan hem ji bo dadgehkirinê hem jî ji bo milê madî û mehnewî heta ku ev herêm aram bibe."
Pascal Troadec got, "Niha ew weke erk ser milê min e ku ez li welatê xwe tiştên min bi çavên xwe dît bi wan re parve bikim. Lê ya girîng divê ez hikumeta Fransayê iqna bikim heta ku heta dawî bibe alîkar."
ŞAREDARIYA GRIGNY Û BAJARÊN ROJAVA
Pascal Troadec her wiha diyar kir ku ew niha hewl dide di navbera şaredariya wan û yên rojava de karên hevbeş biafirîne û got, danasîna hev ji aliyê çandî û dîrokî ve girîng e.
Troadec teqez kir ku wê bi rêy aparlamenterên bajarê Grigny zextê li dewleta Fransayê bike ku DAÎŞ li vir were dadgehkirin û ji bo alîkariya xelkê û penaberan were kirin.