Cenazeyê şehîd Feysel Zewada hate veşartin

Welatiyên herêma Tebqayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Feysel Zewada (Feysel Tebqa) bi merasîmekê veşartin.

Bi sedan welatiyên herêma Tebqayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Feysel Zewada (Feysel Tebqa) ê dema erka xwe bi cih dianî şehîd bû, li pêşiya nexweşxaneya Wetenî kom bûn. Girse piştî ku cenaze wergirtin bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a Tebqayê ve ketin rê.

Li goristanê merasîmeke leşkerî bi deqeyek rêzgirtina şervanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve destpê kir.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqayê Muhened El-Ehmed helbest li ser hevalê xwe yên şehîd xwendin.

Hevserokê Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Ehmed Silêman û endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Emîna Ebdulrezaq axivîn. Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û dilsoziya bi şehîndan re hate dubarekirin. Kesên axivîn diyar kirin ku rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemên keda şehîdan e.

Nasnameya şehîd Feysel ji aliyê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Yasmîn El-Ehmed ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd Feysel di nav dirûşme û tilîleyên dayikan de veşartin.