Gaziyên Şoreşa Rojava jî beşdarî Forûma li dijî DAÎŞ’ê bûn

Gaziyên Şoreşa Rojava ku beşdarî forûma li dijî DAÎŞ’ê ya li Qamişloyê bûn peyama “Divê DAÎŞ bê hesab neyê hiştin” û gotin; “Divê her kes bi erka xwe rabe ne tenê QSD.”

Forûma DAÎŞ’ê li navçeya Amûdê ya Qamişloyê ji aliyê Navenda Rojava a Lêkolînên Stratejîk (NRLS) ve hate lidarxistin. Roja seyemîna forûmê bi beşdarbûna rojnamger, rewşenbîr û siyasetmedarên netewên cûda didome.

Gaziyên Şoreşa Rojava jî ku di şerê li dijî DAÎŞ’ê de bi hezaran hevrêyên wan şehîd bûn û parçeyek ji laşê xwe dabûn, beşdaî forûmê bûnç.

‘ÊRÎŞÎ NIRXÊN CIVAKÊ KIRIN’

Di şerê li dijî DAÎŞ’ê de şervana YPJ’ê ya ji Qamişloyê Zinarin Qamişlo ku li Reqayê ji lingek yê xwe bûbû, ev tişt gotin;

“Lidarxistina forûma li dijî DAÎŞ’ê, nuqteya niha em hatine û deskeftiyên hatine bidestxistin em deydarê hevreyên xwe yên şehîd in. Îro bidawîkirina DAÎŞ’ê û lidarxisitna forûmê jî di encama berxwedana wan de pêk hatiye. Ji bo ku em tola şehîdan bigrin û vê forûmê bigihînîn encamekê gelek erk û berpisyarî dikeve ser milê me. Yek ji van erkan jî di vê plaftormê de qala êrîş, talan û komkujiyên DAÎŞ’ê yên li Rojhilata Navîn kirine ye. Di wateya giştî de êrîşî nirxên civkê ku jin pêşengiya wê dikin, kirin. Li vir bazara jinan ava kirin, li vir jin firotin. Armanca wan tinekirina felsefe, fikir, exlaq û kevneşopiya civakê bû. Armanca wan ya sereke jî jiyana azad, di şexsê jinê de dînamîka civakê tunekirin bû.

DAÎŞ’ê bi karanîna Îslamê re armanca wan rûyê xwe yê herî hovane nîşandan û belavkirina vê li Rojhilata Navîn bû. Di rastiyê de Îslamê ji wateya xwe ya rast derxistin bû. Îslamekî ku tirs, komkujî, mrin, serjêkirin li Rojhilata Navîn belav kirin bû.

Em Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo carek din wateya rast a Îslamê bidin têgihiştin, ev ji bo parastina Rojhilata Navîn û derxistina pêş hebûn. Dayikên me di nava hêzên parastinê de cih girtin û 24 saetan li kolanan nobed girtin, dîsan bixwe di nava eniyê de bi kedeke mezin dan şervanan. Di rastiyê de vêya bingehê şer ê rastiya gel li Rojava derxist holê. Li Rojava gel û hêzên çekdar bûn yek.

Daxwazek din a şehîdên me darizandina DAÎŞ’ê ye. Divê li gelek herêman komkujiyên ku li Tebqa û Reqa ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatîn kirin bê hesab neyê hiştin û werin lêkolîn kirin. Ji bo vê jî cihên gelek girîng hene. Mînak li Reqayê ku DAÎŞ’ê weke paytext ji xwere didît di şexsên emîrê wan de û kesên beşdarî wan bûyîn dadgeha wan li vir were çêkirin. Li bajarê Kobanê ku têkoşînek mezin lê hate kirin çêbibe jî gelek biwate ye.

‘ERK Û BERPISYARTÎ TENÊ BI HÊVIYA QSD’Ê VE HIŞTIN NE RASTE’

Bê guman di nava DAÎŞ’ê de kesên ji netewên cûda hene. Îro bi sedan û hezaran zarok hatine dinê. Divê ev jin û zarok bi potansiyela tundî werin dest girtin û ev kesane hemwelatiyên wan in. Divê xwedî li wan derbikevin. Darizandina van kesan û hesab ji wan xwestin mafê hemû netewan e û divê xwedî li vê derbikevin. Ji ber ku bandoriya ku DAÎŞ’ê li ser mirovan dayî çêkirin bi destê QSD’ê bidawî bû. Her çiqas şaneyên veşartî jî hebin bi operasyonên navxweyî tên paqijkirin. Ji ber vê sedemê jî divê berpisyarî dikeve li ser milê hemû hêzên demorkatîk û gelan.”