Seîd: Metirsiya rêxistina DAÎŞ'ê li ser hemû cîhanê heye

Şiwan Seîd got; “Dema ku li ser siyasetê diaxivin berjewendî esas tê girtin, her kes baş dizane ku metirsiya rêxistina DAÎŞ’ê li ser hemû cîhanê heye.”

Forûma der barê DAÎŞ'ê ya li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê didome. Gelek kesayet û nûnerên saziyan û parlamenterên ji tevahiya cîhanê beşdar in. Forûm di roja duyemîn de ye.

Pisporê siyaseta Rojhilata Navîn û mamosteya Zanîngeha Şansî ya li Çînê Şîwan Seîd ku beşdarî Forûma der barê DAÎŞ’ê ya li bajarê Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê bû ji ANF’ê re axivî.

Şiwan Seîd got; “Dema ku li ser siyasetê diaxivin divê mirov bizane ku berjewendî esas tê girtin. Ne ewekî ku pîvanên exlaqî dikin esas her kes baş dizane ku xeteriya rêxistina DAÎŞ’ê li ser hemû cîhanê heye. Dîsan du pîvanên asteng yên navnetewî hene ku heta niha ev alaoziya Rojhilata Navîn nekarine çareser bikin. Ya yekemîn berjewendiyên xwe esas digrin ya duyemîn jî Emerîka û Rûsya dewleta Tirkiye weke hêzene navdewletî dibînin û ji ber vê car caran destûr didin ku pîvanên ne exlaqî di Rojhilata Navîn de bikar bîne.”

Seîd bi domdarî got; “Lê bi gelek belgeyan derket holê ku dewleta Tirk gelek caran destek daye çeteyên DAÎŞ û komên din ên çeteyan El Kaîde, El Nûsra ku piraniya wan niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne û piştgiriyê ji dewleta Tirk digrin. Ev belge bixwe dihêle ku gumanên mezin li ser dewleta Tirk çêbibe. Lê heta niha jî pîvanên navnetewî li ser van gumanan dengê xwe nekiriye. Lê tiştek din heye ku mirov dikare bibêje Kurd ku hezeke di konfidralizma Bakur u Rojhilatê Sûriyeyê  li benda van pîvanen ne exlaqi nasekinin ku bi heza xwe bi moralen xwe li dijî DAÎŞ’ê şer kirin, ev bi xwe noqteyeke esasiye dive ku her wext were bala mirov. Bi vê hêz û moralê di demek kurt de divê çeteyên DAÎŞ’ê li vir werin dadgeh bikin. Ev jî encama 8 sal ên berxwedana hêzên Kurd e ku metirsî li ser cîhanê rakirin û niha jî ev konferans ji bo dawî anîna li vê metirsiyê ye.”

Şiwan Seîd qala xistina balafira Rûs ya ji aliyê Tirkiye a beriya 3 salan jî kir û got; “Beriya 3 salan balafira Rûsya bi awayekî ne exlaqî li esmanên Tirkiyeyê hate xistin. Me got di navbera Tirkiye û Rûsya de qiyamet rabû lê niha em dibînin ku birayê hev du ne. Ev jî dide nîşandan ku di nava siyasetê de tiştekî mirov bibêje nÎne.”

Pisporê siyaseta Rojhilata Navîn û mamosteya Zanîngeha Şansî ya li Çînê Şîwan Seîd herî dawî got; “Weki din ji beriya çend rojan fermandaren QSD’ê li Cenevreyê ew biryara ku imza kirîn gelek girîng e ji bo pîvanên mafên mirovan. Baweriya min heye ku wê careke din dewleta Tirk nikara pîevanên xwe yên ne exlaqî mîna Efrînê bikar bîne.”