Alzetanî: Dewleta Tirk hevkarê DAÎŞ’ê ye

Siyasetmedar ê ji Zanîngeha Eskenderiyê Celal Alzenatî ê tevlî forma têkoşîna navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê bû got: “Hinek welat hene hevkariyê didin DAÎŞ’ê yek ji van jî Tirkiyeye.”

Forma têkoşîna navnetweyî ya li dijî DAÎŞ’ê ya ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk ve li bajarê Amûdê tê lidarxistin, bi nirxandin û nîqaşan dewam dike.

Ji Zanîngeha Eskenderiyê Siyasetmedar Celal Alzenatî, nêrînên xwe yên li ser forma têkoşîna navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê ji ANF’ê re nirxand. Alzenatî anî ziman ku tevî cudahiya ziman û neteweyên di formê de cihê xwe girtine, raman hevpar ew e ku DAÎŞ ji bo hemû kesê metirsiye. Alzanatî got: “Hinek welat hene bi teqezî piştevaniya terorê dikin û yek ji van welatan jî Tirkiyeye. Naxwaza Rojhilata Navîn aram bibe.”

‘RÊVEBERÊN TIRKIYEYÊ WÊ DAWIYA TIRIYEYÊ BÎNIN’

Siyasetmedar Celal Alzetanî bal kişand ser rêya ku Serokkomarê Tirk Erdogan li ser diçe û got: “Ev rê wê dawiya dewleta Tirk bîne. Li vir em naxwazin qala gelê Tirkiye bikin, lê rêveberiya siyasî wê vê dewletê têk bibe.”

‘TÊKOŞÎNA QSD’Ê YA LI DIJÎ DAÎŞ’Ê PÎROZ E, LÊ HÊ HIŞMENDIYA DAÎŞ’Ê BI TEMEMÎ NEQEDIYAYE’

Li ser hucreyên razayî û di warê leşkerî ya tinebûna DAÎŞ’ê jî siyasetmedar Alzetanî ev nirxandin kir: “Têkoşîna QSD’ê li dijî DAÎŞ’ê kir pîroz e. Lê hucreyên razayî yên DAÎŞ’ê û hişmendiya wê ya heyî hê bi dawî nebûye. Ev jî divê bi karekî hevpar di nava cîhanê de bê kirin. Di vî warî de rola perwerde û ragihandinê ya di nava gel û guhertina hişmendiyê pir girîng e ku heta bi temamî DAÎŞ ji kokê ve bidawî bibe.”

‘DERFETÊN DADGEHKIRINA DAÎŞ’Ê LI ROJAVA HEYE’

Celal Alzetanî bal kişand ser dadgehkirina çeteyên DAÎŞ’ê ya li Rojava û wiha pêde çû: “Derfetekî pir zêde heye ku DAÎŞ li Rojava bê dadgehkirin. Ji ber ku Rojava di warê ol, netew û pir çandiyê de xwedî taybetmendiyeke çêker û em dibînin bê nakokî bi hev re dijîn. Ev mînakeke ya Rojhilata Navîn e."