Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê bav û kurê wî revandin

Li Efrînê çeteyên dewleta Tirk a dagirker bav û kûrê wî revandin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, îro çeteyan li navçeya Cindirêsê 2 kes revandin.

Diyar bû herdu kesên hatine revandin bav û kurê wî yê eslê xwe Ereb in welatiyên gundê Celemê ne. Li gorî agahiyan navê her du kesên hatine revandin Alî Sûltan û kurê wî Mûstafa Alî ye.

Rejîma Tirk û çeteyên wê li herêma Efrînê dawiya meha Hezîranê ve bi sedan sivîl revandine. Kesên hatine revandin rîska êşkence û înfazê li ser wan heye û gelek ji wan ji bo fîdyeyê hatine revandin.

Efrîn ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin. Dewleta Tirk 20’ê Çileya 2018’an êrîşî Efrînê kir û 18’ê Adarê Efrîn dagir kir. Ji êrîşên dagirkeriyê ve bi awayekî sîstematîk sûcên dij mirovahiyê tê kirin. Çete û leşkerên Tirk li Efrînê dest datînin li ser mal û milkên gel, ji bo fîdyeyê sivîlan direvînin, êşkence û înfazan pêk tînin. Li aliyê din demografiya herêmê diguherînin.