Şehîd Îbrahîm El Hecî li Minbicê spartin axê

Cenazeyê endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm El Hecî (Şêx Îbrahîm) li Minbicê bi merasîmeke heybet spartin axê.

Cenazeyê endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm El Hecî (Şêx Îbrahîm) ê 3’yê Tîrmehê dema li ser ekra xwe bû şehîd ket, li Minbicê bi merasîmeke heybet spartin axê.

Li Goristana Şehîdan merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Fermandar Mihemed Elî axivî. Elî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza sopandina rêya şehîdan dubare kir. Elî got: “Şehîd di oxira parastina welat de canê xwe kirin qûrban,lewra rêya serketinê ronî dikin.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Hesnaa El-Dahir jî axivî û soza girêdanbûna bi şehîdan re nû kir.

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Mihemd Alî El-Ibo jî got: “Em ji malbatên şehîdan re dibêjin; şehîd di dilê me de ne, ji ber ku efsaneyên qehremaniyê xêzkirine sax in ti carî namirin. Erka me ye ku em destkeftiyan wan biparêzin."

Piştî axaftinan û şûnde nasnameya şehîd hate xwnedin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de jî cenazeyê şehîd bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ ve spartin axê.