Di forûma navneteweyî ya DAÎŞ’ê de li ser aliyên wê hate sekinandin

Forûma navneteweyî ya li ser DAÎŞ’ê di roja duyemîn de didome. Dr. Nîcholas Herras di forûmê de diyar kir ku DAÎŞ bi medyayê re dijminên xwe ditirsîne û ji bo tevlêbûnan propagandayê dike.

Rûniştina duyemîn a komxebata navneteweyî ya der barê DAÎŞ`ê de, di roja duyemîn de dest pê kir. Di rûniştana duyemîn de, aliyê leşkerî û ewlehiyê yê DAIŞ`ê hatin nîqaşkirin.

Di rûniştina duyemîn de, îşaret bi stratejiya leşkerî û taktîkên ku çeteyan di kiryarên xwe yên terorê li herêmê bi kar dianî, stratejiya DAÎŞ`ê ya taktîkên şerê psîkolojîk û bikaranîna wê di şerê li herêmê de, rola dewleta Tirk û AKP`ê di hêsankirin û ferzkirina terora DAÎŞ`ê, rola YPG, YPJ û QSD`ê di têkbirina DAIŞ`ê de hate kirin.

‘DAÎŞ’Ê BI RÊYA MEDYAYÊ PROPAGANDAYA XWE KIR’

Nîcholas Herras di semînera xwe de, bal kişand ser erdnîgariya ku DAIŞ`ê li Sûriyê serwerî lê kiribû û hejmar û çawaniya kesên ku tev li xwe dikirin û got: “DAIŞ`ê 40 ji sedê axa Sûriyeyê dagir kir û zêdetirî sed hezar kes kirin leşker, ji wan 65 hezar biyanî bûn. Her wiha mehane du hezar endam pêşwazî dikirin. DAÎŞ`ê bi rêya çapemeniya xwe ya tirsandina dijminên xwe û propagandayê tev li xwe dikirin.”

Nicholas da zanîn ku DAÎŞ`ê di şerê xwe yê bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re, stratejiyeke nû bi kar anî, ew jî vekişandina ji gundan û bicihbûna li bajarên sereke, çandina mayînan, belavkirina sekvanan û bikaranîna sivîlan wek mertalên zindî bû.

Fermandarê berê yê Hêzên Taybet ên Siûdiyê ku mastira têkiliyên navneteweyî ji Zanîngeha Dirm Seed Bin Umer standiye, semîner der barê rêbazên psîkolojîk ên ku DAÎŞ`ê ji bo armancên xwe bi kar anî, da û ev tişt got: “DAÎŞ`ê bi rêya propagandaya çapemeniyê yên wekî kuştina bi rêbazên hovane, kuştinên komî, bikaranîna rêbazên xwekujiyê, dîmenên hovane dan ku tirsê belav bikin, li ser toreyên tevna civakî belav dikirin û kolekirin, hewl da psîkolojiya civakê bişikîne. Bi van hemû kiryaran, civak tirsand. Lê tiştê herî xirab ku DAÎŞ`ê kesên ku li dijî wê derdiketin digot ew ji ol derketine û ew dihatin kuştin û ew bi kufrê tawanbar dikirin.”

Rojnamevan Zana Umer îşaret bi hevpeymanên DAÎŞ`ê bi hikumet û dewletên cîranên Sûriye û Iraqê û bi taybet destekdayîna dewleta Tirkiyê û AKP`ê û çawaniya keysbaziya Tirkiyê ji çeteyan re û bi taybet destpêka sala 2015`an ji bo derbekirina dijberê xwe yên hundirîn, ev derbe jî koordîneya bi îstixbaratên Tirkiyê re dikir.

TIRKIYEYÊ ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê JI BO PLANÊN XWE BI KAR ANÎ

Zana Umer di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Tirkiyê çeteyên DAÎŞ`ê li Sûriye û Iraqê bi kar anî da ku bigihîje planên xwe yên Osmanî."

Umer rola berpirsên Tirkiyê ya sereke di tevgerkirina çeteyên DAÎŞ`ê di bin navê îslamê de, her wiha hêsankirina derbasbûna çeteyan ji Sûriyê re bi rêya sînorê wê piştî şerê Kobanê ku piraniya deriyên sînor li pêşiya derbasbûna çeteyan vekirî bûn, anî ziman. Umer destnîşan kir ku Tirkiyê çete di gelek mijaran de mîna gefên li ser dewletên Rojava bi awayekî her tim bi rêya vekirina sînoran ber bi rojava ve, bi kar anî.

Ji fermandarên YPJ`ê Tolhildan Ehmed jî semîner da û di destpêka semînerê de behsa tevgera gelêrî li Sûriyê, çawaniya ku tevgera gelêrî ji naveroka wê derxin û bikin aloziyeke dirêj, bi saya destwerdanên derve û di serî de Tirkiyê bi rêya destekdayîna wê ji komên çete re, çawaniya avakirina gelê herêmên Rojava ji xeta 3`yemîn re, dûrxistina ji şer û aloziya ku li herêmên Sûriyê ji ber derxistina tevgera gelêrî ber bi leşkerî ve kir. Her wiha aliyên neyînî ji ber derxistina hinek komên şerker ji rêya ku ji aliyê Koalîsyona Navdewletî ve hatin perwerdekirin mîna çeteyên Cebhet El-Nusra paşê veguherîn DAÎŞ`ê, diyar kir.

Rojnamevanê Tirk Fehîm Taştekin bi rêya tevlêbûna xwe ji komxebatê re destnîşan kir ku armanca Tirkiyeyê ji hêsankirina derbaskirina DAÎŞ`ê ji Sûriyê ku di asta yekemîn de derbeyê li gelê Kurd bixe û hemû derfet ji bo vê yekê bi rêya îstixbaratên Tirkiyê û derfetên wan ên leşkerî û lojîstîk bi kar anîn û wiha dewam kir: "Ev yek ji gelek sedeman hatin. Ji wan ku Erdogan ji tecrubeya demokratîk a Kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku dibe ku bibe çareseriya aloziya Sûriyê û li Rojhilata Navîn belav bibe, ditirse."

BERDEVKÊ FERMÎ YÊ YPG’Ê: DIVÊ PIŞTGIRIYA SIYASÎ JÎ WERE DAYÎN

Berdevkê fermî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd jî semîner da û got: “Diyar e ku çawa Hêzên Sûriyeya Demokratîk, YPG û YPJ`ê şerê terorê kir û li hemberî êrîşên ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê sekinîn, her wiha ewlehî û îstiqrara herêmê parast. Pêvajo ferz dike ku desteka siyasî bêhtir beriya ya leşkerî were dayîn.”

Nûrî Mehmûd bal kişand ser îhtîmala vegera çeteyên DAÎŞ`ê û got: “Zemîna ku careke din çeteyên DAÎŞ`ê vegerin ji aliyê destekdayînê û îdeolojîk ve hîn jî heye. Heta niha ev alî, zîhniyet û îdeolojî xetereyê li ser cîhanê bi tevahî çêdikin. Xwespartina aliyê leşkerî tenê têrê nake ku ev xetere rabe. Lewre divê aliyên siyasî û leşkerî werin yekkirin da ku planek ji bo tunekirina van metirsiyan bi awayekî dawî, were danîn. Bi vê yekê jî dê li herêmê îstiqrar û ewlehiya mayînde çêbe.”