‘Êdî DYE, Rûsya û NATO baweriya xwe bi Tirkiyeyê naynin’

Xebatkarê Pentagonê Dr. Mîchael Rûbîn diyar kir ku Tirkiye dixwaze DYE û Rûsyayê bîne hemberî hev û bigihêje hedefên xwe yên siyasî. Rûbîn diyar kir ku ji ber vê polîtîkayê êdî DYE, Rûsya û NATO baweriya xwe bi Tirkiyeyê naynin.

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) li Amûdê li ser DAÎŞ’ê forûmeke navneteweyî li dar xist. Xebatkarê berê yê Pentagonê û pisporê Rojhilata Navîn Dr. Mîchael Rûbîn diyar kir ku ji ber têkiliyên Tirkiyeyê, Tirkiye êdî di navbera DYE, Rûsya û NATO’yê de diçe û tê.

Rûbîn ji ANF’ê re axivî û got ku Erdogan tu carî li dijî DAÎŞ’ê şer nekiriye û berevajî wê ew bi DAÎŞ’ê re bûye. Rûbîn diyar kir ku Tirkiye dixwaze DYE û Rûsyayê bi kar bîne lê a niha tu alî baweriya xwe bi Tirkiyeyê naynin.

Rûbîn diyar kir ku di warê têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de ne rejîma Sûriyeyê, ne Tirkiye û ne jî Rûsya ne samîmî ne got ku “Gelek welat îddîa dikin ku ew li dijî DAÎŞ’ê şer dikin lê ev ne rast e. Rûsya, Tirkiye û Sûriye qaşo li dijî DAÎŞ’ê şer dikin lê berevajî wê ew bi êrîşên DAÎŞ’ê re ne. Mirovan di navbera Esad û DAÎŞ’ê de asê dikin û dixwazin tercîhekê bikin. Ne Tirkiye, ne Rûsya û ne jî rejîma Sûriyeyê li dijî DAÎŞ’ê şer nakin.”

TIRKIYE DI NAVBERA DYE Û RÛSYAYÊ DE ASÊ MA'

Rûbîn destnîşan kir, lîstika dualî ya ku Erdogan li Sûriyeyê bi Rûsya û DYE re dimeşîne ketiye rewşeke welê ku êdî lê vegeriya ye û got, "Bi dîtina min Erdogan şaş lîst, jê hebû ku liv û tevgera wî taktîkî ne. Xwest di navbera DYE û Rûsyayê de şerekî biafirîne. Erdogan pozîsyona xwe niha biguherîne jî wê nikaribe ji Pûtîn re îzah bike. Çi dibe bila bibe Emerîka êdî jê bawer nake."

DI SIYASETA DYE YA DER BARÊ ROJAVA DE GUHERTIN HEYE

Rûbîn polîtîkayên DYE'yê yên der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nirxand û diyar kir, DYE'yê heta niha bi giranî ji aliyê leşkerî ve destek dida, lê niha 'berbiçav nebû be jî di siyaseta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de guhertinek heye'. Rûbîn got, "Demeke dirêj e piştgiriya DYE'yê ya leşkerî didome. Lê belê polîtîkayeke berbiçav nebe jî guhertineke siyasî heye, didome. Hêvî dikim ku ev guhertina siyasî wê ber bi aliyê rast ve biçe."

DI TÊKILIYÊN DYE-TIRKIYEYÊ DE GUHERTINA SIYASÎ HEYE

Rûbîn got, "Beriya niha bi pênc salan desteka DYE'yê ya ji bo Tirkiyeyê, çi bibûya jî nediguherî. Lê belê xuya ye piştgiriya bêşert a DYE'yê ya ji bo Tirkiyeyê diguhere. Û ber bi aliyekî rast ve diçe." Rûbîn anî ziman, hewldanên DYE'yê yên ji bo peydakirina çareseriyeke navberê ya di navbera Tirkiye û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de didomin û got, lê belê ev yek her tim nikare pêk were. Rûbîn diyar kir, "Dîplomat tiştên bi vî rengî timî xeyal dikin. Ev yek nayê wê wateyê ku her tişta xeyal dikin her tim dikarin pêk bînin."

MESELEYA HERÊMA TAMPON

Rûbîn bal kişand ser nîqaşên "herêma tampon" ku Tirkiye dixwaze dagir bike û got, "Tirkiye dixwaze herêma tampon bê avakirin, lê welatên herêmê hemû di vê mijarê de hîn biryar nedane. Ji ber ku bi Tirkiyeyê bawer nakin."