Forma têkoşîna navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê sibe dewam dike

Roja yekem a forma navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê ya ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk a li Amûdê hate kirin, bi dawî bû.

Di rûniştina yekem a forma ku wê sê rojan dom dike de, têkildarî çeteyên DAÎŞ’ê pêşengeh û belgefilmek hate nîşandna û semîner hatin dayîn.

Di formê de bal hate kişandina ser têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî terora DAÎŞ’ê.

Nîqaş li ser mijarên rêbazên tinekirina hişmendiya paşverû ya çeteyên DAÎŞ’ê dayî çêkirin, hate kirin. Hate gotin ku divê di vê mijarê de hemû cîhan têkoşîneke hevpar bikin.

Di nirxandinan de ji bo darezandina çeteyên DAÎŞ’ê pêşniyara dadgeheke navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê avakirin.

Berdevka Kongreya Îslama Demokratîk Hûda Kaya jî axivî û got: “Ev forma navnetewî ku pirsgireka mirovahiyê dest digre ji bo dîrokê girîngiyek gelek mezin e.”

Kaya domdarî got: “DAÎŞ rêxistineke ne biçûk e. Rêxistineke têkiliyê kûr û cihê hene û komkujiyan pêk tîne ye. Divê li dijî vê rêxistin û hişmendiyê têkoşîn bê domandin.

Form wê sibe bi semîner û nirxandinan bidome.