Ronakbîr û siyasetmedarên Başûrî: Dewleta Tirk dikeve şûna DAÎŞ'ê

Ronakbîr û siyasetmedarên ji Başûrê Kurdistanê yên ku tevlî forûma li ser DAÎŞ’ê ya navneteweyî bûn, diyar kirin ku DAÎŞ têk çûye lê dewleta Tirk bi heman armancê dikeve dewrê.

Navenda Rojava a Lêkolînên Stratejîk li Amûdê li ser DAÎŞ’ê forûmeke navneteweyî li dar xist. Ronakbîr û siyasetmedarên ji Başûrê Kurdistanê yên ku tevlî forûma li ser DAÎŞ’ê ya navneteweyî bûn, diyar kirin ku DAÎŞ di warê leşkerî de têk çûye lê dewleta Tirk bi heman armancê Başûrê Kurdistanê dagir dike û dixwaze têkeve şûna DAÎŞ’ê.

Ronakbîr û siyasetmedarên ji Başûrê Kurdistanê diyar dikin ku dewleta Tirk ne tenê beşek ji Kurdan an jî parçeyekî Kurditsanê kiriye hedefa xwe û li dijî vê yekê pêşniyar kirin ku Tevgera Neteweyî bê avakirin ku Kurd bi rêya vê yekê bibin yek deng. Ronakbîr û siyasetmedarên Başûrî ji ANF'ê re axivîn û gotin, "Divê gelê Kurd li dijî van êrîşan yek deng be, yek dil be, yek çeper be."

'DI HEDEFÊ DE KURD HEMÛ HENE'

Ji beşdarên  forûmê endamê Partiya Komunîst a Kurdistanê Rêvel Îbrahîm der barê forûmê got, "Bi dayina gelek berdêlan me hin destketî bi dest xistin. Niha dor hatiye ku em van veguherînin destketiyên siyasî." Li dijî metirsiya dewleta Tirk jî got, "Dewleta Tirk ji ber karaktera xwe ya dîrokî her tim dijminatî li Kurdan kiriye. Mesele Bakur, Başûr, Rojava ya jî Rojhilat nîne. Di hedefa dewleta Tirk de Kurd hemû hene. Divê mirov di vê çarçoveyê de li mijarê binerin. Em çawa dikarin li dijî vê têbikoşin û çareseriyeke siyasî bibîn, divê em der barê vê de bifikirin."

'TI PARÇE JI HEV NE CUDA YE'

Beşdarekî din ê forûmê Sekreterê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Kurdistanê Dr. Kawa Mehmûd jî anî ziman, ji bo pêvajoya piştî DAÎŞ'ê pêwîstî bi têkoşîneke berfireh heye û divê destketiyên leşkerî veguherin destketiyên siyasî. Mehmûd êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê weke 'domahiya armancên DAÎŞ'ê' bi nav kir û got, "Rojava û Başûr û beşên din ji hev cuda nînin. Êrîşa li dijî parçeyekî ji yên din cudatir nîne. Gelo dibe ku mirov dagirkirina Kerkûkê û Efrînê ji hev cuda bibînin? Di vir de divê em bifikirin."

PÊŞNIYARA 'TEVGERA NETEWEYÎ'

Mehmûd got, "Dema ku mirov bala xwe bidin ser êrîşên dewleta Tirk ên li herêma Behdînanê hingî dibînin ku siyaseta reel liv û tevgereke hevpar li me Kurdan ferz dike" û destnîşan kir, ji bo Kurdan hemûyan li çar parçeyan pêwîstî bi tevgereke neteweyî heye. Mehmûd got, "Bi dîtina min pêwîstiya me ji bo tevahiya Kurdistanê bi Tevgereke Neteweyî heye. Dibe ku hin aliyên xweser ên Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat hebin, lê belê li dijî êrîşan û dagirkeriyê pêwîstiya me bi Tevgereke Neteweyî heye ku karibe helwest û sekneke hevpar nîşan bide."

'FIKRÊ DAÎŞ'Ê HÎN JÎ HEYE'

Ji beşdarên forûmê rojnamevan Hîwa Seyîd Selîm jî anî ziman, ku DAÎŞ ji aliyê fikrî ve hîn heye û ev yek jî dewleta Tirk bi xwe ye. Selîm got, "Dewlet Tirk dewleteke dagirker e li Kurdistanê û li ku deverê destketiyeke Kurdan hebe li dij derdikeve û mudaxele dike. Dema ku mirov bala xwe bidin ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê dibînin ku domahiya êrîşên DAÎŞ'ê ne. Belê Kurdan li her parçeyî berdêlên mezin da, gefa DAÎŞ'ê di astekê de beralî kir, lê niha dewleta Tirk bi heman armancê di dewrê de ye."

'ÇALAKIYÊN DEWLETA TIRK DOMAHIYA ÇALAKIYÊN DAÎŞ'Ê NE'

Selîm destnîşan kir ku divê Kurd li her parçeyî li dijî êrîşan bibin yek deng û got, "Piştî ku AKP-MHP'ê bajarên mezin ên li Tirkiyeyê ji dest da ji bo karibe desthilatdariya xwe biparêze dixwaze şerê li dijî Kurdan giran bike. Ya ku dixwaze li vir bike jî domahiya kiryarên DAÎŞ'ê ye. Gelê Kurdistanê li dijî van êrîşan divê bibe yek deng, yek dil û yek çeper."