Forûma Navnetewî: DAÎŞ’ê çavkaniyên aborî talan kirin

Rûniştinên roja duyemîn a forûma navnetewî ya der barê DAÎŞ’ê de ya li Amûdê bidawî bû.

Forûma DAÎŞ’ê li navçeya Amûdê ya Qamişloyê ji aliyê Navenda Rojava a Lêkolînên Stratejîk (NRLS) ve hate lidarxistin. Forûm roja Şemiyê (Duh) destpê kir û di roja duyemîn de gelek semîner hate dayîn.

Di rûniştina 3‘yemîn de mijarên "Çavkaniya aboriya DAÎŞ’ê, destekdayîna herêmê ya yekser û ne yekser ji bo DAÎŞ’ê, bandora siyaseta aborî ya DAÎŞ’ê û kiryarên wê yên talankirin, dizî, kirîn û firotina mirovan û şûnwaran" hatin şîrovekirin. Her wiha aobriya civakî wekî modêla çareserkirinê ji pirsgirêkên aborî yên ji ber kiryarên DAÎŞ’ê derketin hatin destgirtin.

Di rûniştina 3‘yemîn de Mamosteyê Aborî di Zanîngeha Qurtuba ya taybet û Zanîngeha Şamê ku master di aboriya enerjî û petrolê de di Zanîngeha Şamê de wergirtine Dr. Mihemed Şewqî, mamosteyê Aborî di Zanîngeha Heleb û Mamûn û Serokê berê yê Zanîngeha Efrînê Ehmed Yûsif, mamosteyê zanista aborî di Zanîngeha Mûsilê, nivîskar û lêkolîner di warê aborî, gendeliya rêveberî, diravî Haşim Zîbarî û lêkolînerê aborî, rojnamevan, şêwirmedê Yekîktiya Kedkarên Kurd li Ewropayê (AKKE) û wekî şêwirmendên Konfederasyona Sendîqeya Kekdaran li Tirkiyê (KESK) Ehmed Belda semîner dan.

'SALANE DAHATA DAÎŞ'Ê 3 MÎLYAR DOLAR BÛ'

Mamosteyê Aborî di Zanîngeha Heleb û Mamûn de û Serokê berê yê Zanîngeha Efrînê Ehmed Yûsif çavkaniya aboriya DAÎŞ’ê û destekdayîna herêmî ya pê re destnîşan kir. Her wiha bal kişand ku berhemên ku dighêjin komên tororîst "Rêxistina El-Qaîde, Boko Hiram, Cebhet El-Nusra û DAÎŞ’ê" mehane e 801 milyar dolar Amerîkî ye, terorê Rojhilata Navîn wekî navendeke sereke digire. Ehmed Yûsif anî ziman rêxistinên teror ji sala 2006‘an bi dizî û talankirina pereyên eşîreya û karsazan xwe ava kiriye.

Ehmed Yûsif di berdewama axaftina xwe de got: "2 tirlyon dolar Amerîkî miqdara dahatinên DAÎŞ`ê ne dema herêmên Sûriyê û Iraqê kontrol dikirin. Qezenca salane ya DAÎŞ’ê gihaşt 3 milyar dolar Amerîkî. Her wiha DAÎŞ’`ê ji talankirina bankan 435 milyar dolar Amerîkî, tevî 500 milyon dolar Amerîkî ji êmanetan qezenc kir. DAÎŞ`ê li gel kontrolkirina jêderên xwezayî, talankirin û baçan rojane 2 heya 3 milyar dolar Amerîkî ji bîrên petrolê, ji gazê 450 dolar Amerîkî  û ji 12 kargehên çîmento gelek qezenc bi dest dixitin."

Dr. Haşim Zîbarî jî di semînera xwe de behsa lêçûna di encama terorê de derketiye û sedemên aborî yên derketina DAÎŞ`ê kir û got: "Deshilatdarî di belavkirina istismarêtên aborî de têk çû, aborî di aliyê wê ya rast de bi kar neanî, her wiha dewletên kapîtalîzmê hewl didin tevahiya jêderên xwezayî kontrol bikin û sûkên pereyan bi kar bînin, ev hemû bû sedema derketina DAÎŞ`ê yan jî rê li pêşiya derketina DAÎŞ`ê vekir."

Zîbarî wiha domand:" Lêçûna ji ber wêrabûna binesaziyê û têkoşîna li dijî terorê bi rêya zêdekirina hêzên ewlehiyê wê pir mezin be. Ji aliyekî din ve kargeh gelek zirar dîtine ew jî zirarê dighîne aboriya taybet û gist, her wiha, lêçûna kontrolkirina ewlehiya herêmê piştî DAÎŞ’ê  bilind be."

Girêdayî sedemên pêşketina îslama radîkal lêkolînerê aborî û şêwirmendê berê ya Konfederasyona Sandîqeyên Kadkeran a Tirkiyê (KESK) û şêwirmendê Yekitiya Kedkaran a Kurd li Ewropayê(AKKE) Ehmed Balda axivî. Belda di gelek rojnameyan dedinivîse û gelek projeyên aborî bi rêya telefizyonê pêşkêş kiriye.

Belda got: "Civaka Îslamî berê debara xwe bi jêderên xwezayî; çandinî û sewalkarî di nav gund û dundewarên cîhanê de peyda dikir. Lê ew pêşket derbasî pêvajoya bajarvaniyê bû. Bi vê yekê veguherî civakek bêkar, ji ber ku êdî nikare di çandiniyê de kar bike yan jî sewalan xwedî bike. Ji ber wê li hember du berbijark ma; kesê ku li vehesiya xwe digire û kesê ku hewl dide bi tevahiya rêbazan qezenc bike. Ev sedema sereke û mezin a ku hişt civaka Îslamî ber bi Îslama radîkal ve biçe. Çareseriya tekane, ew e ku em bi tevahiya aliyan diyalogl pêş bixin. Demê bi awayekî baş analîz bikin, hevgirtin û hevpariyê zêde bikin, nifşek rêzdar û civakeksivîl û aborî ava bikin."

ÊRÎŞÊN LI DIJÎ NASNAMEYA JINAN

Rûniştina çaremîn a komxebata navdewletî ya derbarê DAÎŞ’‘ê de li ser "Komkujiyên DAÎŞ‘ê li se jinan û berxwedana jina azad a li hemberî DAÎŞ’ê" bû.

Koordînatora Giştî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat û endamên navenda Jinelojî Bêrîvan Mihemed Yûnis û Zozan Sîma semîner dan.

Semînera yekemîn a rûniştinê ji aliyê Bêrîvan Yûnis ve hate dayîn. Bêrîvan an ziman ku DAÎŞ’ê dijminê nirxên mirovî û civakî ye. Bêrîvan got: “DAÎŞ’ê dizane ku cewherê van nirxan jin e, lew re bi awayekî plankirî xwestin kesayeta jinê tine bikin. DAÎŞ’ê baş dizane ku kolekirina civakê ji kolekirina jinan, bi navê ol jin êrîşî jinan kir û kirin amûr di destê zilam de."

Bêrîvan Yûnis daxuya kir ku hejmara jin û zarokên Êzidî yên ji destê DAÎŞ‘ê hatine rizgarkirin 6 hezar û 417 kes in û destnîşan kir ku hîna aqûbeta  zêdeyî 2 hezar û 975 Êzidiyan ne diyar e.

Endama Navenda Jinelojî Zozan Sîman jî di semînera xwe de behsa têkoşîna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û ev tişt anî ziman: "Jinan di bin banê Rêveberiya Xweser de karîn nasnameya xwe ya taybet vegerîne û di nava hêzên leşkerî deli hemberî tevgerên terorîst ên cîhanê bisekine."

Piştî semîneran, beşdaran nêrînên xwe parve kirin û bal kişandan ser rola YPJ‘ê di rizgarkirina jinan ji çeteyên DAÎŞ’ê.

Piştî semîneran komxebat bi dawî bû. Komxebat wê sibe bi semîneran berdewam bike.