‘Têkoşîna li dij komên desteka ji Enqerê ji bo ewlekariya cîhanê girîng e'

Forman navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê ya li navçeya Amûdê ya Qamişlo hate lidarxistin, bi eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû.

Forman navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê ya li salona Belesan a navçeya Amûdê ya Qamişlo ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) ve hate lidarxistin, di roja sêyemîn de bi eşkerekirina encamnameyê re bi dawî bû. Forma ku rojnamevan, akademîsyen, siyasetmedar, lêkolîner, nûnerên olî yên ji deverên cihê yên dinyayê û bi sedan kes tevlî bûbûn, terora DAÎŞ’ê û astên leşkerî, aborî, çandî, olî, jin û civakî dîsa welatên destekê didininê hatin nirxandin.

Encamname ji aliyê Rêvebera Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) Leyla Resûl ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Wek rêveberiya Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk, em spasiya tevahiya beşdarên komxebatê û pêşniyarên ku pêşkêş kirine dikin. Ev pêşniyar, yek ji biryarên hevpar ên herî girîng ên ji rûniştina formê derketine. Ev made bi temamî tinekirin û ji nû ve rêxistinkirina DAÎŞ’ê asteng dike.

-Ji bo tinekirina DAÎŞ‘ê di aliyê ewlehî, fikirî, çandî, aborî û civakî de divê stratejiyeke hevpar ji aliyê koalîsyonê û civaka navdewletî ve were dayîn.

-Ji bo ku DAÎŞ‘ê ji nû ve xwe ava neke, pêwîste pergala ewlehî li herêmê were xurtkirin. Ji bo ev yek pêk were divê di her qadan de destek bê dayîna Rêveberiya Xweser.

-Yekîneyên Parastina Gel, Yekîneyên Parastina Jin û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi armanca parastina herêmê û cîhanê ji terorê DAÎŞ‘ê kedeke mezin da, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di salên aloziyê de roleke mezin a avakirinê pêk anî. Lê rexmî vê yekê ji sedî 30 ji niştecihên Sûriyê ji diyalogên çareserkirina aloziya Sûriyê re tên dûrxistin, di encamê de bandoreke neynî li doza ewlehî û siyasî kir. Li ser vê esasî divê aliyên navnetewî, hêz û dewletên aktîv, rêveberiya siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî prosesa diyalogan bikin.

-Bi armanca peydakirina çareseriyê ji aloziya Sûriyê re pêwîstî bi sîstemeke demokratîk heye da ku kaniyên ku DAÎŞ û rêxistinên tundra avakirine werin zûhakirin. Di vê çarçoveyê de divê netewa demokratîk modêla çareseriyê, projeya aştiyê werin esas girtin .

-Biryarên Konseya Ewlehiyê yên têkildarî tinekirina DAÎŞ‘ê werin pêk anîn. Ji bo pêkanîna edaletê divê dadgeheke navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were avakirin da ku bi hezaran endamên rêxistian DAÎŞ‘ê yên girtî û malbatên wan ên di kampên Rêberiya Xweser de werin darizandin. Her wiha divê Koalîsyona Navdewletî desteka madî û lojîstîk bide Rêberiya Xweser ku karibe vê yekê pêk bîne.

-Ji ber sûcên DAÎŞ‘ê yên di derheqê jinan de, ji bo jin karibe bi azadî û rûmeta xwe biparêze pêwîstî bi pergaleke siyasî, hiqûqî û civakî heye ku mafên jin di her qadan de misoger bike.

-Ji ber tundiya rêxistina DAÎŞ‘ê li ser zarokan, divê zarokan wekî mexdûrên şer werin temaşekirin û ji nû ve werin perwerdekirin û tevlî civakî were kirin, her wiha divê werin parastin û hawirdoreke ewle ji wan re were peydakirin.

-Divê teqezî li ser ruhaniya olan û nirxên wê yên exlaqî were kirin, divê îslama demokratîk a li hember îslama tundraw were diyarkirin.

-Ji aliyê DAÎŞ‘ê ve komkujî li ser civaka Kurdî ya Êzidî û jinên Êzidî yên Şengalê hatin kirin, li ser vê yekê pêwîste Neteweyên Yekbûyî îtîrafê bi vê qirkirinê bike, mafên Kurdên Êzidî yên li Iraqê misoger bikin û rêzê ji bijêra wan re bigire, her wiha divê civaka Êzidî yê resen ji qirkirinên nû re werin parastin.

-Li Efrînê, kiriyarên guhertina demografîk û qirkirina etnîkî yên ji aliyê komên cîhadîst ên desteka xwe ji dewleta Tirk a dagirker ve digirin, berdewama kiriyarên rêxistina DAÎŞ û Cebhet El-Nusra ye. Li ser vê yekê têkoşîna li hemberî van rêxistinan ji bo parastina herêmê û tevahî cîhanê tiştek girîng e.

-Roja 23‘ê Adarê wekî roja cîhanî ya tinekirina DAÎŞ‘ê were ragihandin."