HRE: Li Şêrawa 4 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiya li navçeya Şêrawa ya Efrînê 4 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk daxuyaniyek nivîskî weşand.

HRE’yê got; “Hêzên me çalakiyên xwe bê navber li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ya li Efrîn û herêmên derdora wê bicîh bûne didomîn in.

Roja 5’ê Tîrmehê hêzên me bi çekên sivik û navîn êrîş birin li ser hejmareke ji çeteyên Ehrar El Şam li ser rêka di navbera gundê Basûtê û Xezawî yên girêdayî navçeya Şêrawa, di encamê de hejmareke ji çeteyan hatin kuştin. Hemwextî wê, hejmarek ji çeteyên koma navborî xwestin destwerdan bikin lê şervanên me bi çalakiyeke sabotajê ew kirin armanc. Di encama her du çalakiyan de 4 çete hatin kuştin û 4 çete  jî birîndar bûn.”