Forûma li dijî DAÎŞ'ê di roja sêyemîn de ye

Forûma li dijî DAÎŞ'ê ya li Qamişloyê di roja sêyemîn de ye.

Yekemîn Komxebata Navneteweyî li Cîhanê ya têkildarî DAÎŞ'ê li navçeya Amûdê ya bajarê Qamişlo li Hola Beylesan di roja sêyemîn de dest pê kir.

Îro roja dawî ya komxebatê ye û wê li ser du maseyan semîner bên dayîn.

Maseya yekemîn, milên mafnasî yên terora DAÎŞ'ê wê binirxîne. Komkujî, kiryar û binpêkirinên terora DAÎŞ'ê der heqê jinan de binpekirinên DAÎŞ'ê li gorî qanûn û peymanên navneteweyî endam û malbatên DAÎŞ'ê wê çawa bên darizandin û her wiha zelalkirina dem û darizandina wan, di nav nîqaşan de cih digirin. Lêkolîner û Mafnasekî pispor di çareserkirina şer de Gadi Sari ku wê moderatoriya maseyê bike û pisporê qanûnên navneteweyî Mehmud Patil, endamê Komîteya Mafnasiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Xidir Ibrahîm, mamosteyê mafnasiyê yê Zanîngeha Parîsê Dominique Inchauspe wê semînerê bidin.

Maseya duyemîn wê çareserî û pêşniyarên ji bo çareserkirina terora DAIŞ binirxîne. Di nav vê mijarê de çareserkirina terora DAÎŞ'ê ji hêla siyasî, leşkerî, ewlekarî, civakî, aborî, civakî, qanûnî, olî, çandî de bê analîzkirin. Moderatoriya maseyê mamosteyê Zanîngeha Bexdayê Farah Sabir wê bike. Semîner ji aliyê doktor û pisporê nakokiyên navneteweyî Thoreau Redcrow, damezirînerê Navenda Navneteweyî ya Lêkolînên Tenduristiyê Dr. Peter Neuman, endamê Navenda Navneteweyî ya Tundrawiyê lêkolîner Peter Knnob, lêkolîner û nivîskar Çeleng Omar wê bidin.

Gotûbêj wê bi mêvanan re bên kirin û wê komxebat bi xwendina encamnameyê ji raya giştî û çapemeniyê re bi dawî bibe.