Cenazeyê şervanê QSD’ê Mahîr li Dêra Zorê hate veşartin

Welatiyên Dêra Zorê cenazeyê şervanê QSD’ê Debas Abdullah El-Xencer (Mahir) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir El-Hemada veşartin.

Bi sedan welatiyên Dêra Zorê cenazeyê şervanê QSD’ê Debas Abdullah El-Xencer (Mahir) ku 4’ê Tîrmehê dema bi erka xwe radibû li gundewarên rojavayê Dêra Zorê şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir El-Hemada veşartin.

Li goristanê ji bo bîranÎna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û piştre ji aliyê şervanên QSD’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Xeldûn Fethî El-Xalid, endamê Meclîsa Ebû Xeşeb Casim El-Tebaş, Meclisa Jinan Zehra Taya û  bi navê Meclîa Sivîl a Dêra Zorê Xazî Ebdulrehman axivîn. Qisekeran sersaxî ji malbata şehîd û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re xwestin.

Piştre nasnamea şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Li aliyê din di merasîmê de Meclîsa Mablatên Şehîdan nasnameyên 11 şervanên di demên berê de di pêngava tinekirina terorê li gundewarên Dêrazorê şehîd bibûn, eşkere kirin.

Piştre gireya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê şervanê QSD’ê Mahir li goristanê veşartin.