Dadgeha Elman: Divê malbatên DAÎŞ'î bên anîn

Dadgeha herêmî ya li Berlînê rewşa hevser û sê zarokên çeteyekî DAÎŞ'ê yê Elman ê li kampên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê nirxand û biryar da ku divê malbatên DAÎŞ'iyan ji bo Elmanyayê bên anîn.

Ji bo DAÎŞ'iyên Elman ên ji aliyê YPG/QSD'ê ve hatin girtin rêveberiya Berlînê hîn jî çareseriyek nedîtiye. Serokê DYE'yê Donald Trump û rêveberiya Rojava Sibata derbasbûyî bang kiribûn û gotibûn, "Welatiyên xwe bibin." Lê belê hikumeta Elman a federal hîn jî ji bo welatiyên xwe yên çeteyên DAÎŞ'ê tiştekî nake.

Malbatên DAÎŞ'iyan jî ku li kampên li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê ne ji aliyê Elmanyayê ve nayên qebûlkirin. Lê belê dadgeheke herêmî ya li Berlînê rewşa hevser û sê zarokên çeteyekî DAÎŞ'ê nirxand û biryarek wergirt ku dikare bibe mînak. Dadgehê biryar wergirt ku malbata DAÎŞ'î divê bê anîn.

DIBE KU ELMANYA JI QSD'Ê DAXWAZA MALBATÊ BIKE

Malbata ku ji Eyaleta Saksonya Jêrîn a Elmanyayê ye û zarokên wê 8, 7 û 2 salî ne li kampa El-Holê ye. Lê belê rayedarên Wezareta Karên Derve diyar kirin ku biryara dadgehê misoger nebûye û di rewşa malbatê de guhertinek nîne. Eger biryar misoger bibe divê Wezareta Karên Derve têkiliyê bi QSD'ê re deyne û malbatê bîne Elmanyayê ye. Ev rewş jî wê ji bo Elmanyayê bibe rewşeke nû. Tê gotin ku piraniya wan jin û zarok zêdeyî 200 DAÎŞ'iyên Elman di destê YPG'ê de ne.