Li Dêra Zorê du mayin teqiyan

Li bajarokê El Teyana û gundê Hewyic Zîban ên Dêra Zorê du teqîn pêk hatin.

Li nêzî navenda tenduristiyê ya gundê Hewayic û li nêzî Şaredariya El-Teyane ya bejahiya rojhilatê Dêra Zorê 2 mayin teqiyan.

Di encama her du teqînan de tenê zirarên madî çêbûn.

Tê gotin ku şaneyên veşartî yên çeteyên DAÎŞ'ê her du mayin bi cih kirine û teqandine.