Dewleta Tirk li Efrînê 'perwerdeya DAÎŞ'ê dide

Artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete li Efrînê ji bo fikrên DAÎŞ'ê û çeteyên din belav bikin perwerdeyê didin.

Dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete yên li Efrînê, der barê fikrên DAÎŞ'ê û El Nûsra de perwerdeyê didin bi sedan kesî ku piraniya wan zarok in.

Artêşa Tirk û çeteyên wê bi rêya van perwerdeyan hewl dide nasname, çand û baweriya Kurdan ji holê rakin. Çeteyê bi navê Şebab El Huda yê dewleta Tirk di bin navê perwerdeya Îslamê de perwerdeya îdeolojîk a çeteyên DAÎŞ'ê dide bi sedan kesî.

SIVÎL TÊN REVANDIN

Li Efrînê êrîşên hovane yên dagirkeran ên li dijî sivîlan didomin. Leşkerên Tirk ên dagirker li gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê du sivîl revandin. Hate ragihandin, sivîlên hatine revandin Elî Sûltan û kurê wî Mûstafa Elî yên bi eslê xwe Ereb in.