Rêveberiya Şûnwaran: Dewleta Tirk li Efrînê hemû zagon binpê kir
Rêveberiya Şûnwaran a herêma Efrînê da xuyakirin ku dewleta Tirk li Efrînê hemû zagonên navneteweyî yê li ser şûnwaran binpê kiriye.
Rêveberiya Şûnwaran a herêma Efrînê da xuyakirin ku dewleta Tirk li Efrînê hemû zagonên navneteweyî yê li ser şûnwaran binpê kiriye.
Dewleta Tirk a dagirker bûye nêzî salekê kiryaran li ser şûnwarên Efrînê pêk tîne, ji bo wê jî rêveberiya şûnwarên a herêma Efrînê di bin dirûşmeya “Banga şaristaniyê” pêşengeheke wêneyî vekir. Di pêşangehê de hemû wêneyên şûnwarên Efrînê ên ku rastî kiryarê hatine, hatin pêşkêş kirin. Ev pêşangeh di 7’ê Tîrmehê li kampa Serdem a Şehbayê de hate vekirin her wiha îro jî bi daxuyaniyekê bi dawî bû.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku; “Nêzî salek û çar meh in ku Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên hatiye dagirkirin. Di vê demê de jî gelê herêmê rastî şêweyên herî qirêj ji kiryaran tên, her wiha bi wehşîyetên xwe cihên dîrokî hildiweşînin û şûnwarên Efrînê talan dikin. Kiryarên ku tên meşandin li pêş çavê meclîsa navnetewî tên pêkanîn.”
Rêveberiya şûnwaran a herêma Efrînê da xuyakirin ku şûnwarên dîrokî li Efrînê tê dizîn û talankirin. Rêveberiyê bangî hemû dewletên navnetewî kir ku bila pêşiya kiryarên dewletên Tirk û çeteyên wê bigirin.