Li Hesekê teqîneke din pêk hat
Li qada El Meşheme ya Hesekê teqîneke din pêk hat.
Li qada El Meşheme ya Hesekê teqîneke din pêk hat.
Nêzî cihê teqîna destpêkê bi 100 metrî derdora saet 10:20'an de li taxa Salhiyê ya bajarê Hesekê motorsîkleteke bomebarkirî teqiya. Ji ber teqînê tiştek bi kesî nehat.
Hêzên Ewlekariya Hundurîn derdora cihê bûyerê girtin û bang li şêniyan kir ku ji cihê teqînê dûr kevin da ku teqîneke din rû nede.
Teqîna destpêkê ku li bajarê Hesekê pêk hat derdora saet 09:45'an de li nêzî çerxerêya El-Meşheme ya taxa Salhiyê ya bajarê Hesekê bû.