Cenazeyê şehîdê QSD‘ê Seqir spartin axê

Cenazeyê şervanê QSD‘ê Îbrahîm El-Îsa (Seqir) li Tebqayê bi merasîmeke bi heybet spartin axê.

Cenazeyê şervanê QSD‘ê Îbrahîm El-Îsa (Seqir) ê beriya du rojan dema li ser erka xwe bû li bajarokê Cirniyê yê bakur rojavayê Tebqayê şehîd bûbû, bi merasîmeke girseyî ji aliyê sedan kesî ve li Goristana şehîdan spartin axê.

Girseya gel cenaze ji nexweşxaneya Wetanî ya Tebqayê wergirt û bi kerwanekê ber bi Goristina şehîdan a li bajarokê Cirniyê yê bakur rojavayê Tebqayê ve ket rê.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê hêzên QSD`ê ve destpê kir. Piştre bi navê Meclîsa Malbatên Şehîhan Emîne Ebdilrezaq, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Tebqayê Hamid Ebdilrehman El-Ferec û Fermandarê QSD`ê Ehmed El-Mehmûd axivîn û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Kesên axivîn soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan, dan.

Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîd xwendin û radestî malbatê kirin.

Cenazeyê şehîd di nav dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.