Artêşa Tirk li Efrînê baregeheke nû ava kir

Artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete ku li navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê baregeheke din a leşkerî ava kirine, li girên dîrokî xendekan dikolin.

Çavkaniyên herêmî  ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya çend rojan dest bi avakirina baregehên leşkerî li navçeya Cindirêsê kirin.

Ev kiryarên Tirkiyeyê ji bo sepandina dagirkeriya ku ji Adara 2018’an ve dest pê kiriye, pêk tên.

Baregeh li ser rêya di navbera Cindirês û gundê Til Silorê li hember benzînxaneya gund de ye. Her wiha li derdorê dîwareke bi bilindahiya 3 metre hatiye kirin.

Ev ne baregeha dewleta Tirk a yekemîn li kantona dagirkirî ye. Tirkiyeyê gelek baregeh li rex lêkirina dîwarê parçekirina Efrînê ji Sûriyê jî ava kirin.

Ji aliyekî din ve jî artêşa dagirkeriya Tirk girê şûnwarî yê li navçeya Cindirêsê kola û li şûnwarên digere.