Hejmara birîndarên teqîna li Qamişlo bûn 12 kes

Hejmara kesên birîndar ên di teqîna wesayîta bombe barkirî ya li bajarê Qamişlo ya Rojava de, gihişte 12’an.

Teqîn di saet 17.45’an de li pêşiya Dêra Ezra ya li Taxa Wîstaye pêk hat.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, di encama teqîna bi wesayîta bombe barkirî pêk hat de, hêjmara birîndarna gihişte 12 kesî. Li gorî agahiyê ewilê hatibû ragihandin ku 7 kes birîndar bûne. Birîndar rakirin nexweşxaneya bajar. Hate ragihandin ku xeteriya birîndaran a canî tine.

Navê hınek kesên di teqînê de birîndar bûne wihane: Bahoz Khalîl Mahmoud (37)  Jan Khalîd (8), Barsum Loka, Samîr Sulaîman, Samî Abdo,  Fahîma Shamoun, Alisa Aisa.

Beriya teqîna li Qamişloyê di nava rojê de li Hesekê jî bi motorbisikletên bombebarkirî sê êrîş hatibû kirin. Di êrîşan de endamekî Hêza Ewlekariya Navxweyî birîndar bûbû.

Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Hesekê heta 7 rojan bikaranîna motorbisiklêtan qedexe kir.