Li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê ya dîrokî Sûriyeyê bang kir

Gerînendetiya Giştî ya Berhemên Dîrokî û Muzeyan a Sûriyeyê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a li ser bermahiyên dîrokî bang kir.

Gerînendetiya Giştî ya Berhemên Dîrokî û Muzeyan a Sûriyeyê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a li ser bermahiyên dîrokî bang kir ku bila saziyên navneteweyî mudaxele bikin. Gerînendetiyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 3 warên dîrokî bi dozeran hilweşandiye.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Berhemên dîrokî yên ji Beriya Mîladê sedsala 1’emîn maye, ji ber êrîşên Tirkiyeyê xisar dîtine. Nebî Hûrî, Cindirês, Bûrc Abdalo yên ku cihên dîrokî yên Efrînê ne, ji ber êrîşan hatine rûxandin.

Di dema dagirkeriya Efrînê de warên dîrokî yên li herêma Eyn Darayê jî ji ber bomberdûmana dewleta Tirk hatine texrîbkirin û dîmenên wê di çapemeniyê de hatibûn belavkirin.”