Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê baregehên leşkerî ava dike

Artêşa Tirk a dagirker li navçeya Raco ya Efrînê baregeheke leşkerî ava kir.

Li gorî nûçeya ANHA’yê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li girê gundê Dewrêş ê Racoya Efrînê baregeha leşkerî ava kirine.

Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê jî çend rojê avakirina baregeha leşkerî bi dawî bûbû. Baregeha nû li gundê Dewrêş hate avakirin.

Dewleta Tirk ji bo ku Efrînê ji axa Sûriyeyê veqetîne Dîwarê Dagirkeriyê lêkiribû û ji roja ku bajar  dagir kiriye, heta îro gelek baregehên leşkerî ava kir.

Artêşa Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê jî li navçeya Cindirêsê jî li girê ku bermahiyên dîrokî lê hene, dest bi kolandinê kiriye.