HRE: Li Cindirêsê çeteyek hate kuştin û 1 jî birîndar bû

Hêzên Rizgariya Efrîn ragihand ku 9’ê Tîrmehê li Cindirêsê dijî wesayîteke leşkerî ya fermandarekî koma çete ya bi navê Ehrar El Şam kirine. Di çalakiyê de çeteyke hatiye kuştin û 1 jî bi giranî birîndar bûye.

Hêzên Rizgariya Efrîn (HRE) ragihand ku di çalaki sabotajê ya li Cindirês a li dijî wesayîteke çeteyên bi navê Ehrar El Şam de, çeteyê bi navê Ebû Hesen Sufyan hatiye kuştin û çeteyek jî birîndar bûye.

HRE ev agahî da: 9’ê Tîrmehê hêzên me bi çalakiyeke sabotajê wesayîteke leşkerî ya fermendarekî koma çete ya bi navê Ehrar El Şam li navenda navçeya Cindirêsê kirin armanc. Di encamê de çeteyê bi navê Ebû Hesan Sufyan hat kuştin û yek din jî bi giranî birîndar bû, her weha wesayîta leşkerî jî derb xwar.