'Koma Îttîhat Terakkî ya li nav artêşê plansaziya êrîşan dikir'

Çeteyê DAÎŞ'ê Ilyas Aydin ku di dest QSD'ê de ye got, ji nav Jandarma Îstîxbaratê komeke bi navê Îttîhat Terakkî bi çeteyên DAÎŞ'ê re bi hevkarî dikir û ji bo ku êrîşê bibin ser Grê Spî hewleke taybet didan.

Çeteyê DAÎŞ'ê Ilyas Aydin ku di destê QSD'ê de girtiye, got di nav artêşa Tirk de komeke bi navê ''Îttîhat ve Terakkî''  2016'an bi DAÎŞ'ê re têkilî daniye. Aydin got, ''Beriya êrîşa li ser Til Ebyad bû. Reşît Misirî û Ebû Bara Kurdî, ku ji roja pêşî ve bi îstîxbarata Tirk ve têkilî datanî û ji bo têkiliyê bi wan re deyne telefon bi xwe re digerand, hatin mala min a li Tebqayê. Gotin, 'Tirkan ji me re nivîsî. Dixwazin em hev bibînin, em ê biçine înternetê.''

'EFSERÊN ÎTTÎHAT Û TERAKKÎ YÊN DI NAV ARTÊŞA TIRK DE'

Aydin got, kesên ku bi çeteyê DAÎŞ'ê Reşît Misirî re têkilî danîne, ji MÎT'ê bêhtir, ji nav îstîxbarata artêşa Tirk komeke bi navê Îttîhat û Terakkî bûne, vê komê beriya êrîşa li ser Grê Spî (Til Ebyad), a 28'ê Sibata 2016'an bi demeke kurt, ji DAÎŞ'ê xwestin ku bi hevdemî êrîşê bînin ser Grê Spî.
Aydin got, ''Van bi telefonê ji Reşît re gotine, 'Em ê ji vir (Tirkiyê) êrîşê bînin ser Til Ebyad, hûn jî ji jêr (Reqa) êrîşê bînin'. Berdevkê DAÎŞ'ê Ednanî xwestibû ku ez jî tevlî vê hevdîtinê bibim. Dixwest fêhm bike bê ka çi dibe."

'PIŞTÎ DEMEKE KURT BI 200 KESÎ ÊRÎŞ ANÎN'

Çete  bi domdarî got, ew li gel çeteyên bi navê Reşît û Ebû Bara Kurdî çûne înternetê, lê ji bo ku fermandar ne hazir bû hevdîtin pêk nehatiye û got, ''Reşît û Ebû Bara gotine min, 'heke careke dî hewceyî bi te çêbû em ê werin' û çûn.''

Aydin got, ''Piştre nehatin, lê piştî bi demeke kurt 'Dewleta Îslamê'' bi 200 kesî bi ser Til Ebyad de girt. Savaş Yildiz jî yek ji wan bû.''

'FETHÎ ŞAHÎN Ê KU HATÎ ŞEWITANDIN BEHSA ÎTTÎHAT Û TERAKKÎ KIRIBÛ'

Çeteyê DAÎŞ'ê Aydin got, Fethî Şahîn, ku ji 2 leşkerên Tirk yek jê bû ku DAÎŞ'ê 22'yê Kanûnê ragihandibû ew şewitandine, ji koma bi navê Îttîhat û Terakkî ya îstîxbarata jandarma bû û domand, ''Fethî Şahîn navê Îttîhat û Terakkî di lêpirsînan de ji emîrê îstîxbaratê Ebû Ehmed Azerî re gotibû. Fetîh Şahîn got, ''Em koma bi navê Îttîhat û Terakkî ne. Em 200 kes ji bo ku bikevin nav 'dewleta îslamê' hatin perwerdekirin.

'ÎTTÎHAT TERAKKÎ GIRÊDAYÎ WEZARETA KARÊ NAVXWE YA TIRK BÛ'

Çeteyê DAÎŞ'ê li ser Fethî Şahîn ev agahî jî dan: ''Fethî Şahîn gotibû ew di nav tîma îstîxbaratê de dixebitî ku ev tîm girêdayî Wezareta Karê Navxwe (ya Tirk) bûye û ferman ji leşkeran distand. Ango îstîxbarata leşkerî bû. Dibêje, dema ku li Tekîrdagê ecemitiya xwe diqedîne ji bo vê komê tê hilbijartin.

Piştre gotibû, ew birine yekîneya leşkerî ya Konyayê û li wir fermandarekî bi navê Yener re hev dîtiye, bi wî re xebitiye. Her wiha MHP'yî bûye, di lêpirsînê de ji hevalên me re gotiye, ew girêdayî rêxistina ciwanan a MHP'ê bûye.''

JÎTEMA NÛ: ÎTTÎHAD TERAKIYÊ WÊ DEMÊ, MILÎSÊ QIYAMA NIHA

Piştî gotinên Aydin me lêkolîn kir û me çespand ku di nav îstîxbarata jandarma de klîkeke bi navê ''Îttîhat Terakkî'' heye. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistin, Îttîhat Terakkî 2014'an hatiye avakirin, halê nû yê JÎTEM'ê ye. Armanca wê jî ew e ku di serî de li ser meseleya Kurd, li ser mijarên ku ne li gorî ''beka'ya dewleta Tirk e, xebatên kontra bike.

Dema ku ev klîk nû hatiye avakirin 2014'an ji xwe re du nav digotin, Îttîhat û Terakkî. Terakkî endamên îstîxbarata teknîk in, Îttîhadî jî endamên îstîxbaratê ku li qada pratîk xebat dikirin.

Ev kom dema ku nû ava dibe bi fermî ne bi ser Wezareta Karê Navxwe be  jî, girêdayî karê navxwe bi rengekî ne fermî dixebitî. 2016'an piştî ku jandarma bi fermî bi Wezareta Karê Navxwe ve hate girêdan, ev klîk navê xwe bi ''Kiyam-i Millî'' diguhere.

Jêderka me dibêje ev klîk Îttîhat Terakkî ye û di nav dewleta kûr a Tirk de, girêdayî ekola Dewleta Bahçelî ne.

DAÎŞ'Ê ÎTTÎHAT TERAKKÎ DEŞÎFRE NEKIR, EV JÎ HEVKARIYÊ PIŞTRAST DIKE

Artêşa Tirk piştî şewitandina 2 leşkeran a ji hêla DAÎŞ'ê ve, bi salekê 7'ê Cotmeha 2017'an  li şewitandina Sefter Taş mikur hat lê li ser Fethî Şahîn ku di vîdeoyê de gotibû,''26 salî me..Ji Konyayê me. Di nav îstîxbarata jandarma de peywirdar im. Cİhê peywira min Tekîrdag e'' di daxuyanî nehate dayin.

Her wiha malbata Fetîh Şahîn jî daxuyanî neda. Rojnameya Aydinlikê wê pêvajoyê desteka mezin dabû hikûmetê û gotibû Fethî Şahîn ne leşker e, beriya bi 3 salan reviyaye û tevlî nav DAÎŞ'êbûye. DAÎŞ piştî şewitandina leşkeran jî navê koma Îttîhat Terakkî deşîfre nekir, ev jî piştrast dike, dibe ku weke Ilyas Aydin gotî, beriya êrîşa li ser Til Ebyad hevdîtin û êrîş bi vî rengî çêbûbin. Her wiha ev nîşan dide, dem tê di navbeyna DAÎŞ'ê û dewleta Tirk de dem tê hevkariya berjewendiyê didome.

'DEMA HEVDÎTINA BI MÎT'Ê RE ME BEHSA FETHÎ ŞAHÎN NEKIR'

Çeteyê DAÎŞ'ê Ilyas Aydin gotibû di navbeyna DAÎŞ'ê û MÎT'ê de 4-5 hevdîtin bûne. Cara pêşî ji bo pevguherandina efsferê Tirk Aydin Ors, cara duyan ji bo pevguherandina xebatkarên Konsolosê Mûsilê yên Tirkiyê hev dîtine.

Aydin got 2015'an dema ku şandeya DAÎŞ'ê û MÎT'ê hev dîtine, ew jî tevlî 2 hevdîtian bûye û got, ''Yek ji hevdîtinan roja teqîna Enqerê û ya jî piştî wê bi 2 mehan bû. Di van hevdîtina de me behsa Fethî  Şahîn nekir. Me behsa Sefter Taş kir. Wê demê haya şandeya MÎT'ê ji Fethî Şahîn nebû. An jî belkî haya wan jê hebû lê li cem me wiha tevdigeriyan.''

Gotinên Aydin ê li ser Îttîhat Terakî nîşan dide ku di navbeyna DAÎŞ'ê û dewleta Tirk de hin peymanên din jî hene.

'NE LI XILASKIRINA LEŞKERAN LI CERABLÛS Û BABÊ ASÊ BÛBÛN'

Li ser hevdîtina bi MÎT'ê re ya li Kilîs Erbeylî Aydin ev agahî dan: ''Em li ser gelek mijarên siyasî axivîn. Me dixwest ku mihacirên ku girtibûn berdin û bikaribin derbas bibin. Ji bo vê me lîsteyek dabû wan. Wan jî ji me dixwest ku em ji Cerablûsê heta Babê, qada 33 km, ku me jê re Azele digot, vala bikin. Dixwestin ku em leşkeran jî berdin. Lê di ber vê de daxwazên me bi cih nedianîn. Digotin, heke weke wan xwestî ew wê xetê vaa bikin û bihêlin ku OSO bi cih bibe wê daxwaza wan bi cih bînin. Tişta ku me fêhm kirî ew lê asê bûbûn ku qada 33 km ya ku wan dixwest, em vala bikin.  Bicihanîna hemû daxwazan û meseleya leşkeran bi bicihanîna vê daxwazê ve girêdabûn.''

REŞÎT Ê KU BI ÎSTÎXBARATA TIRK RE TÊKILÎ DATANÎ KÎ YE?

Li gorî gotinên çeteyê DAÎŞ'ê Aydin, bi navê kod Reşîd Misrî çeteyê DAÎŞ'ê bû, ji destpêkê ve bi îstîxbarata Tirk re têkilî datanîn û ji bo vî karî telefon li gel xwe digirt. Aydin got Reşît Misirî dema ku Til Ebyad di dest DAÎŞ'ê de bû, 2014'an berpirsê sînor ê bajêr bûye, çeteyê bi navê Ebû Bara Kurdî jî, ku bi wan re tevlî hevdîtinê bûyî, wê demê berpirsê îstîxbarî yê bajêr bûye.

Aydin got, ''Wê demê dema ku Konsolosê Mûsilê filan pev dihatin guhartin, Reşît û Ebû Bara ji Til Ebyadê, bi Ebû Hakan re, ku li ser navê ji MÎT'ê ji Rihayê dihat, hevdîtin datanîn. Ango hê ji wê pêvajoyê hev nas dikin. Berpirsê MÎT'ê ku bi navê Ebû Hakan xwe bi me dida naskirin, wê pêvajoyê berpirsê îstîxbarî yê xeta Riha-Mêrdînê bû.