Halabjay: Siyaseta PDK'ê hevkariya bi dewleta Tirk re ye

Ji beşdarên forûma li dijî DAÎŞ'ê ya li Amûdê parêzer-rojnamevan-nivîskar Srûşah Halabjay a ji Başûrê Kurdistanê, nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK'ê da ya bi dewleta Tirk re.

Gelek nivîskar, siyasetmedar û rewşenbîr ên ji welatên cuda tevlî forûma li dijî DAÎŞ'ê ya li Rojava bûn. Yek ji wan jî parêzer-rojnamevan-nivîskar Srûşah Halabjay a ji Başûrê Kurdistanê ye.

Srûşah anî ziman ku ji sala 2003'an ve rojnamevaniyê dike û kêfxweş e ji ber ku hatine Rojava. Srûşah got, "Pêkhatina forûmeke bi vî rengî li Rojava gelekî girîng e. Li vê derê birîn ji ber DAÎŞ'ê vebûn. Her wiha DAÎŞ li Rojava bi destê jinê hate qedandin, lewma ev herêm gelekî girîng e."

Srûşah got, "Jinên me bi wesîleya vê yekê hêza xwe dîtin û nîşan dan ku dikarin bi vê hêzê encamê werbigirin. Bi dinyayê dan fêhmkirin ku ne tenê DAÎŞ li dijî her kesên ku terorê dikin û dixwazin welatê me dagir bikin wê jin timî bersivê bidin. Li Kobanê, li Şengalê gelek şehîdên me di vî şerî de bedena xwe feda kirin û xaka me azad kirin. Em jî divê heta dawiyê li ber xwe bidin, têkoşînê ji xwe re esas bibînin û xwedî li keda wan derkevin."

'HETA DAWIYA TEMENÊ XWE LI BER XWE DA, EM WÎ BI MINET BI BÎR TÎNIN'

Srûşah Halabjay ji ber şehadeta endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb (Helmet) ku ji ber êrîşa hewayî ya artêşa Tirk li Qendîlê şehîd bû xemgîniya xwe nîşan da û ragihand, ku berpirsyarên vê komkujiyê eşkere ne.

Halabjay got, "Şehadeta Şehîd Diyar li xaka me, li Qendîlê ji bo me êşeke giran e. Şehîd Diyar şoreşgerekî mezin bû, şensê min çê bû ku çend caran hevdîtinê pê re bikim. Wê demê rexne kiribû ku gelê me bi rengekî têrker li dijî neheqiyê ranebûye ser piyan. Lê hevalekî welê bû ku digot, her kes dikare ji rêya şaş vegere û ji bo yekîtiya neteweyî tiştên baş bike. Heta dawiya temenê xwe li ber xwe da, wî bi minet bi bîr tînim."

'DEWLETA TIRK XAKA ME DAGIR DIKE'

Srûşah Halabjay diyar kir, di serî de Efrîn dewleta Tirk Başûr û Bakurê Kurdistanê dagir kiriye û got, "Em zanin ku êrîşên dagirkeriyê yên li Efrînê bi destê dewleta Tirk hatine kirin. Ji bajarên nêzî sînor çeteyên DAÎŞ'ê û komên din ên terorîst ji bo tedawiyê dişînin Tirkiyeyê. Di forûmê de gelek doktor û rojnamevanên biyanî diyar kirin ku wan bi xwe ev yek dîtine. Carna bi rengekî fermî carna jî bi rengekî qaçax Tirkiye alîkariyê dide DAÎŞ'ê, birîndarên çeteyên DAÎŞ'ê tedawî dike. Dîmenên ku leşkerên Tirk û çete bi hev re ne hatibûn weşandin.

Eşkere ye ku dewleta Tirk dixwaze xaka me dagir bike. Ji bo vê jî pêvajoya aştiyê ya sala 2014'an têk birin, komkujî li gel kirin û em jî li dijî vê yekê bi karê xwe li ber xwe didin. Erdogan li ber têkçûnê ye. Divê em ji xwe re berxwedana li dijî zîhniyeta hikumkirinê yê Erdogan esas bibînin. Hêvî dikim ku em ê berxwedana li dijî vê yekê ji xwe re esas bibînin û Efrîn ji aliyê jinan ve bê rizgarkirin. Li Başûrê Kurdistanê siyaseta PDK'ê hevkariya bi dewleta Tirk re ye. Ji ber vê yekê êrîş li gund û bajarên me tên kirin."