Dewleta Tirk cih û warên dîrokî yên Efrînê talan dike

Dewleta Tirk û komên wê yên çete, li Efrînê ku dagir kirine berhemên dîrokî talan dikin.

Dewleta Tirk piştî ku Adara sala 2018'an Efrîn dagir kir, navenda bajêr û gund nehişt ku talan nekir.

Li Efrînê ku weke herêmeke ji berhemên dîrokî tê naskirin, berhemên li Efrînê ya hatin talankirin ya jî hatin revandin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, dewleta Tirk bi taybetî çend roj in li derdora gundê Ereba yê navçeya Mabeta ya Efrînê dest bi kolandinê kiriye.

Kolandin hefteyeke didome. Heta niha eşkere nebûye ku li wê derê çi dîtine ya jî li çi digerin. Beriya niha jî li gundê Gemruke yê navçeya Mabetayê deverên dîrokî hatibûn kolandin.

Li gorî agahiyan dewleta Tirk demeke Girê Endarê dikole.

Li Girê Endarê gelek berhemên dîrokî hene ku ji salên Beriya Zayinê 1000-1300'î mane. Wêneyên ji herêmê hatin wergirtin nîşan didin ku zerareke çawa dane berhemên dîrokî.