Çeteyên Tirk li Efrînê 10 sivîlên din revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zext û pêkanînên dij mirovahiyê yên li Efrînê li dijî welatiyên sivîl didomîne. Di nava du rojan de li navçeya Mabata, Şera û Cindirêsê çeteyên Enqerê 10 sivîl revandin.

Li Efrînê zilma artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlan didome. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê her rojê diavêjin ser malan û sivîlan direvînin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, duh û pêr li navçeyên Şera, Mabeta û Cindirêsê yên Efrînê çeteyan bi ser malên welatiyên Kurd de girt û 10 welatî revandin.

Di 11’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Mabeta li gundê Mamila bi ser malên Kurdan de girt û 3 kes revandin, kesên ku hatine revandin; Cemîl Rifat Cafer, Xelîl Simahîl Hakîm û Zehnî Îbrahim Zehinî.

Dîsa di 11’êTîrmehê de artêşa Tirk a dagirker li navçeya Mabeta li gundê Mîrkan bi ser malên Kurdan de girt û li vî gûndî 2 kes revandin, kesên ku hatin revandin; Mistefa Hisên Yasîn û Tahîr Abdu Nasan, ev her du welatî ji aliyê çeteyên Cebhet El-Şamî ve hatin revandin.

Di 12’ê Tîrmehê (duh) de artêşa Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê li gundê Remadîyê 2 welatiyên Kurd revandin, kesên ku hatin revandin; Kemal Salha Reşîd û Nûrî Reşîd, ev her du welatiyên Kurd ji aliyê koma bi navê Şirta Asker ve hatin revandin.

Her wiha duh artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi ser gundê Dîkmetaş ê navçeya Şera de girt û li vî gûndî 3 welatiyên Kurd revandin. Kesên ku hatin revandin; Hanîf Fehmî Arif, Ciwan Welîd Horo û Mistefa Îbrahim Îbrahim.