Li hemberî Îslama radîkal çareserî di Îslama demokratîk de ye

Zanyarên olî yên ku tevlî forûma li ser DAÎŞ’ê bûn diyar kirin ku têkoşîna leşkerî ya li dijî DAÎŞ’ê têr nake. Pêşeng û zanyarên olî diyar kirin ku li hemberî Îslama radîkal çareserî Îslama demokratîk e ya ku Ocalan ew pêşkêş kiriye.

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk li Amûdê forûma li ser DAÎŞ’ê ya navneteweyî li dar xist. Zanyarên olî yên ku tevlî forûmê bûn diyar kirin ku ku têkoşîna leşkerî ya li dijî DAÎŞ’ê têr nake. Divê têkoşîna fikrî jî were kirin.

Zanyarên olî diyar kirin ku li hemberî Îslama radîkal ew Îslama demokratîk dipejirînin û felsefeya Îslama demokratîk ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dişibe Peymannameya Medîneyê ya nûjen.

‘OL JI BO XIZMETA MIROVAN HEYE’

Serokê Kongreya Îslama Demokratîk Mihemed Reşîd Xerzanî diyar kir ku ol ji bo xizmeta mirovan e û divê ol karibe mirovan bextewar bike. Xerzanî got ku “Têkoşîna leşkerî ya li dijî DAÎŞ’ê têr nake.Divê em berê vî tiştî diyar bikin ku ol ji bo xizmeta mirovan e. Ji bo mirov di nav aramiyê de bijîn ol hene. Bi gotineke din ol ji bo civakeke demokratîk hene.”

PEYWIRA ZANYARÊN OLÎ

Xerzanî diyar dike ku fikra DAÎŞ’ê îstîsmara herî mezin a olî ye û got ku “DAÎŞ li herêmê, he jî di warên siyasî, leşkerî û fikrî de hebûna xwe didomîne. Çawa ku di warê leşkerî de li dijî DAÎŞ’ê têkoşînek tê kirin divê di warê olî û fikrî de jî têkoşîn were kirin. Ez bang li hemû zanyar û pêşengên olî dikim ku divê Îslama rast û Îslama demokratîk ji gel re rave bikin. Ji ber ku tenê Îslama demokratîk dikare li hemberî vê fikra tarî têbikoşe.”

ÎSLAMA MEDÎNEYÊ

Alîkarê Serokê Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Evdirehman Bedirxan jî diyar kir ku ew Îslama Medîneyê ji xwe re dikin esas û got ku “Pêxemberê me li wê derê, Îslam da rûniştandin. Lê dema ku em li wan kesan dinihêrin ên ku li ser navê Îslamê tevdigerin, em dibînin ku ew xisareke mezin didin Îslamê. Em ji aliyekî li hemberî vê fikra tarî şer dikin û ji aliyê din ve jî bi fikra Îslama demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêşî me kiriye, em meseleyê nîqaş dikin. Li gorî me nûkirina Peymannameya Medîneyê wê ji bo çareserkirina kêşeyên hemû herêmê deriyekî girîng be.”