Li Qamişloyê teqînek pêk hat: 7 kes birîndar bûn- NÛ BÛ

Di teqîna li bajarê Qamişlo yê Rojava pêk hat de, 7 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin saet di 17.45’an de li Taxa Wîstaye teqînek pêk hatiye.

Di teqîna bi wesayîta bombebarkirî ya li nêzî Dêra Ezrayê pêk hat de, 7 kes birîndar bûn.

Ambûlansên demeke kin piştî teqînê gihiştin cihê bûyerê, birîndar rakirin nexweşxaneyên bajar.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn li cihê teqînê ewlekariyeke berfireh girtin.

Beriya teqîna li Qamişloyê di nava rojê de li Hesekê jî bi motorbisikletên bombebarkirî sê êrîş hatibû kirin. Di êrîşan de endamekî Hêza Ewlekariya Navxweyî birîndar bûbû.

Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Hesekê heta 7 rojan bikaranîna motorbisiklêtan qedexe kir.