'Zemîna avakirina dadgeha navneteweyî heye'

Midûrê Qeydê yê Dîwana Edaletê ya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî Prof. Dominique Inchauspe qala formulên zemîna hiqûqî ya ji bo avakirina dadgeha navneteweyî ji bo darizandina DAÎŞ'ê kir.

Midûrê Qeydê yê Dîwana Edaletê ya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) a li Laheyê Prof. Dominique Inchauspe ku tevlî forûma li dijî DAÎŞ'ê bû ya li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) ve tê pêkanîn, ji ANF'ê re der barê zemîna hiqûqî ya darizandina DAÎŞ'iyan axivî.

Prof. Dominique Inchauspe bi bîr xist, koalîsyona li dijî DAÎŞ'ê dema bi pêşengiya DYE'yê ava bû soz û biryar hate dayin ku endamên DAÎŞ'ê yên bên girtin werin darizandin û destnîşan kir ku ji bo vê yekê zemîna hiqûqî heye.

Prof. Inchauspe ku hîndekarê Zanîngeha Parîsê ye diyar kir, ji bo sûcên şer ên çeteyên DAÎŞ'ê bê ceza neyên hiştin, dadgehên mîna; dadgeha Nurnbergê, dadgeha Tokyoyê, dadgeha Haruşa ya li Ruandayê, dadgehên li Kosova û Kamboçyayê dikarin bên avakirin, lê yekane şert ew e ku ji bo vê 'daxwaza polîtîk' hebe.

Inchauspe anî ziman ku ji bo avakirina dadgeha darizandina sûcdarên şer pêwîstî bi pêşnûmeya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) heye.

Inchauspe got, "Mirov dikarin pêşnûmeyeke beriya niha esas werbigirin. Pêşnûmeya sala 2014'an dikare esas bê wergirtin. Di vê pêşnûmeyê de veto nebû. Pêşnûme ne tenê dîtina endamên DAÎŞ'ê her wiha wezîfeya darizandina endamên DAÎŞ'ê jî pêşkêşî welatên koalîsyonê dike. Bi dîtina min zemîneke hiqûqî heye. Bi pêşnûmeya bi hejmara 2070'ê ya Neteweyên Yekbûyî dikare bê kirin. Hêzên koalîsyonê yên heyî dikarin pêşnûmeyê pêk bînin û terorîzmê mehkûm bikin."

Inchauspe bi bîr xist ku armanc ji avakirina dadgehên Nurnberg û Tokyoyê ew bû ku nehêlin careke din sûcên bi heman rengî û mezin rû bidin û got, "Hêzên tifaqê dîtin ku sûcên Elman û Japonan kirine mezin e û divê di asteke heman mezinahiyê ya hiqûqî de bersiv bê dayin. Divê bê tespîtkirin ku DAÎŞ'ê jî bi heman rengî sûcên mezin kiriye yan na. Dema ku pirseke wiha bê kirin, hingî mirov dikarin bêjin ku DAÎŞ'ê sûcên hîn mezintir kiriye."

Prof. Inchauspe destnîşan kir ku DAÎŞ ne tenê li Rojava li gelek deverên dinyayê sûcên şer kiriye, hîn jî dike û got, avakirina dadgehek mîna ya Nurnbergê ji bo darizandina endamên DAÎŞ'ê wê bibe sedem ku DAÎŞ ji nû ve ava nebe û mirov nexwazin tevlî vê rêxistinê bibin.

Inchauspe diyar kir ku eger kiryarên DAÎŞ'ê tenê li Sûriyeyê bûya hingî pêwîstî bi avakirina dadgeheke navneteweyî nedibû û got, "Lê belê DAÎŞ nîşaneya metirsî û nebaşiyê ye. Lewma divê li dadgeheke navneteweyî bê darizandin. Êrîş kir û hîn jî bang dike ku li gelek deveran êrîş bê kirin. Divê bersiva me ya hiqûqî jî di wê astê de be."