Li Hesekê teqînek pêk hat
Li qada El Meşheme ya taxa Salihiyê ya Hesekê motorsîkleteke bombebarkirî teqiya.
Li qada El Meşheme ya taxa Salihiyê ya Hesekê motorsîkleteke bombebarkirî teqiya.
Hate ragihandin, derdora saet 9:45'an li nêzî çerxerêya El-Meşheme ya li taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê motorsîkletek bomebarkirî teqiya. Di encam de zerarên madî çêbûn.
Hêzên Ewlekariya Hundrîn derdora cihê bûyerê girtin.
Hêjayî bi bîr xistinê ye ku beriya 20 rojan li nêzî cihê teqînê motorsîkletek teqiya bû.