Dewleta Tirk sewqiyat kir, hêzên Şamê jî bomberdûman kir

Dewleta Tirk a dagirker li bakurê Îdlîbê ber bi herêmên bê çek sewqiyat kir. Hêzên Şamê jî li heşt bajarok û gundên Idlibê da.

Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê artêşa Tirk ji Skenderûnê derbasî deriyê sînor ê Kefer Lûsîn a li bakurê Idlibê bû û ji vê derê bi qasî 20 wesayîtên leşkerî sewqiyat kir. Ev lojîstîk ji bo bendên çavdêriyê yên li Îdlîbê bûn.

Ji agirbesta meha Adarê heta û niha artêşa Tirk a dagirker 8 hezar û 465 wesayît sewqî Sûriyeyê kiriye.

Hêzên Şamê jî paralelî sewqiyata artêşa Tirk li derdora Sîfohîn, Kensafr, Fitîra, Filêfîl, Bînîn û Dara, li Rîweyha û li başûrê Îdlîbê li derdora herêma Mecdlîya da.

Hate ragihandin ku di navbera çeteyên girêdayî dewleta Tirk û hêzên hikumeta Şamê li Sehîl El Xabê şerekî giran çêbû.