Dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsayê êrişê dibe ser sivîlan

Gundiyên Dîbîsê: Dewleta Tirk hem xaka me dagir dike, hem jî ji bo me koçber bike her roj êrişî me dike.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsa û gundên wê dewam dikin. Heta niha 6 gundên ser bi Eyn Îsayê ji ber êrişan hilweşiyane. Êriş bi taybetî li dijî malên sivîlan tên kirin. Gundên Hoşan, Mielleq, Xalîdiye, Mişerfe, Cehbel, Seyda û Dîbîsê timî dibin hedefa êrişên dewleta Tirk a dagirker.

Gundê Dîbîsê ku timî dibe hedefa êrişên dewleta Tirk û komên wê yên çete, li başûrê Eyn Îsayê, bi 12 kîlometreyan dûrî navenda bajêr, li ser rêya M4 e. Gundiyên vê herêmê li gel êrişan hemûyan jî heta niha gundên xwe neterikandine. Gundî dibêjin, çi dibe bila bib ew ê gundê xwe neterikînin. Dewleta Tirk a dagirker ji baregeha xwe ku bi kîlometreyekê dûrî gund e, timî malên gundiyan dike hedef. Ji gundê Dîbîsê Fatîma diyar kir ku ji ber vê êrişê 2 hefte ne neçar mane li derve bimînin û anî ziman ku ji ber êrişan jiyana wan û zarokên wan ewle nîne. Fatîma got, "Nîvê şevê bi hawanan li malên me xistin. Mala me hemû şewitî. Em ji vê yekê re dibêjin êdî bes e. Em dixwazin li mala xwe, li gundê xwe bi rengekî ewle bimînin. Em û zarokên xwe naxwazin bi tirsê bijîn. Erdogan çi ji me û zarokên me dixwaze?

DEWLETA TIRK HAT, ARAMÎ NEMA

Ji gundê Dîbîsê Eyn Mihemmed Îsa jî ragihand ku nîvê şevê êrişî gundê wan kirine, li dijî wan zordarî kirine û got, "Ji nişka ve bi topan êriş kirin. Me fêhm nekir bê çi bû. Bi tankan li me xistin. Her tiştên me çûn. Tiştekî me nema. Dewleta Tirk beriya êrişî xaka me bike, em li gundê xwe ewle bûn. Kengî ew hatin, ewlekariya me nema, aramî li gundê me nema. Hatin li hember gundê me nuqteyeke leşkerî danîn. Ji wê derê jî topan diavêjin me. Em dixwazin ku êdî dawî li vê yekê bê. Em dixwazin li gundê xwe, li mala xwe bi rengekî aram bimînin."

DEMA KU EM XWE DILIVÎNIN, ÊRIŞ DIKIN

Ayşe Mihemmed jî diyar kir ku keça wê ya astengdar ji ber êrişan rewşa wê girantir bûye û got, "Psîkolojiya zarokên me nebaş dibe. Keça min astengdar e, ji ber van êrişan rewşa wê bêhtir nebaş bû. Di êrişa derbasbûyî de ji serê xwe birîndar bû. Em êdî nizanin çi bikin. Hatine heta ber me û li her tiştên ku xwe dilivînin dixin. Li gundê me jî hizûr nehiştin."