'Bi vê pêngavê em dixwazin şêniyên kampê ji belaya DAÎŞ'ê rizgar bikin'

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gel QSD, YPG, YPJ'ê ji bo şikandina bandora DAÎŞ'ê ya li kampê, bi navê 'Operasyona Ewlekarî û Mirovî' dest bi pêngavekê kir. Hate ragihandin, armanc ji operasyonê ew e ku şêniyên kampê ji DAÎŞ'ê bê rizgarkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Kampa Holê bi navê "Operasyona Ewlekarî û Mirovî" dest bi operasyonekê kirin. Di daxuyaniya têkildarî operasyonê de Berdevkê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Gabrîel Kîno, Berdevkê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd û Endama Fermandariya Giştî ya Meclîsa Herêma Cizîrê Evînar Dêrik amade bûn. Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El Hesen ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Şerê Sûriyê ji 10 salan ve dewam dike. Vî şerî bi hezaran qurbanî li dû xwe hiştin û bi milyonan welatiyên Sûriyê neçar kirin ku ji malên xwe derkevin û li seranserê welatên cîhanê belav bibin.

Beriya 2 salan Hêzên Sûriya Demokratîk bi desteka Koalîsyona Navneteweyî rêxistina terorîst (DAIŞ) di aliyê cografî de tune kir. Lê belê DAIŞ hîna xetereyeke mezin li ser herêm û cîhanê çêdike. Hîna şaneyên DAIŞ`ê rojane sivîlan û rêveberên civaka sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef. Wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn tevî hevrêyên xwe Hêzên Sûriya Demokratîk em şerê xwe li dijî vê rêxistina terorîst bi israr dewam dikin.

Di vê rewşê de, kampa Holê demeke dirêj e ku xetereyek cidî li ser herêmê û cîhanê çêdike. Li kampê zêdetirî 60 hezar kes dimîne û hejmareke mezin ji wan zarok in. Ew alîgir an jî endamên rêxistina DAIŞ`ê ne yan jî endamên malbatên wan in, ku ji xwe re rêveberiyeke taybet ava kirin û bi wê yekê hewl didin rêxistina DAIŞ`ê biparêzin û di dema guncaw de vejînin. Wan tîmên El-Hesbê (polîsên DAIŞ`ê) û dadgehên rewa yên taybet bi xwe ava kirin. Her wiha ew li kampê materyalên DAIŞ`ê fêrî zarokan dikin. Bi wê yekê gefa afirandina nifşekî nû yê terorîstan ku wê li ser tevahî cîhanê xetere bin, tê xwarin. Pêwîste ew zarok ji wê çarenûsê bên rizgarkirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû pêdiviyên şêniyên kampê li gorî derfetên xwe peyda dike, rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî alîkariyê didin. Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi alîkarî û piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk ewlehiyê li kampê misoger dike. Lê belê Kampa Holê veguheriye navendeke rêxistina DAIŞ`ê ku tê de hemû rengên terorê tên pêkanîn. Sivîlên li wir hema bêje rojane rastî kuştin û hedefgirtinê tên. Ew yek xeteriya li ser ewlehî û silametiya kesên lê dimînin zêde dike. DAIŞ`ê tenê îsal 47 kes di hundir kampê de kuştin.

Îro, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi desteka Hêzên Sûriya Demokratîk û di nav de Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin li kampa Holê ji bo tunekirina bandora DAIŞ`ê, bi navê 'Operasyona Mirovî û Ewlehiyê' hemleyê dide destpêkirin. Em teqez dikin ku em ê di hemleyê de hemû tedbîrên pêwîst ji bo parastina ewlehiya sivîlan bigirin. Ev hemle li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê yên li kampê ye, bi vê hemleyê em hewl didin kampê û şêniyên wê ji belaya DAIŞ`ê rizgar bikin."