Di operasyona Holê de alavên leşkerî hatin bidestxistin

Li Kampa Holê, di operasyona dijî şaneyên DAÎŞ'ê de gelek çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin û alavên leşkerî hatin desteserkirin.

Operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Kampa Holê ku di 28'ê Adarê de dest pê kir, di roja 3'emîn de ye.

Heta niha gelek çeteyên DAÎŞ'ê hatine girtin.

Di operasyonê de her wiha gelek fîşekên kalaşnîkovê, sindoqek fîşekên BKC, ronahiyên bi tîrêjên rojê dixebitin, malzemeyên teknîkî mîna tablet û telefon ji binê axê hatin derxistin û gelek konên vala hatin dîtin ku weke qada perwerde, dadgehê û civînê dihatin bikaranîn.

Di du rojên destpêkê yên operasyonê de li Kampa Holê 23 çete hatibûn girtin ku 4 ji wan serçete bûn. Di nava yên hatine girtin de Ebû Ekrem Haşîm Şîlal ê ji karên leşkerî yên li kampê berpirsyar, Ebû Mûhammed Akîl Resmîl Huseyîn ê ji rêxistinbûnê berpirsyar û yek ji berpirsyarên koma bi navê Ûsame Mersûl Samî Mûhammed û birayê wî Selam Samî Mûhammed jî hebûn.